Ji ber AKP’ê bang kirin: Tecrîd sûc e 2024-07-05 20:42:14   NAVENDA NÛÇEYAN- Di çalakiyên ‘dawî li tecrîdê bînin’ yên li ber avahiyên AKP’ê pêk tên de banga ‘dawî li vê dijhiqûqiyê bînin’ hat kirin.   Bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan çalakiya ‘dawî li tecrîdê bînin’ hatibû destpêkirin û hefteya 11’an li pey xwe hişt. Li gelek bajarî çalakî pêk hatin û banga ‘vê dihiqûqiyê bidawî bikin’ hat kirin.    Edene    Girseya ku xwest li ber avahiya AKP’ê ya Edenê daxuyaniyê bide polîsan destur neda. Girse çû peyarêya li hember avahiyê û çalakiya runiştinê pêk anîn. Hevserokê DEM Partî ya Edenê Seyfettîn Aydemîr li vir axivî û da zanîn ku tecrîd sûce, dijhiqûqiye û divê demildest awî lê bê anîn.   Daxuyanî bi dirûşmeyan bidawî bû.   Mersîn   Li Mrsînê jî xizmên girtiyanbi dirûşmeya ‘dawî li tecrîdê bînin’ çalakî dabûn destpêkirin û ket hefteya 11’an. Girseya li ber avahiya AKP’ê hatin ge hev ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin û li ser vê girseyê dest bi çalakiya runiştinê kir. Dayika aştiyê Meryem Erbey li çalakiyê de axivî û got ew wek dayik şer naxwazin aştiyê dixwazin. Meryemê da zanîn ku divê kes nemire û demildest tecrîd bê rakirin.   Mêrdîn   Li Mêrdînê jî di çarçoveya çalakiya ‘deng bibin azadiyê’ li ber avahiya AKP’ê daxuyanî hat dayîn. Parlamentera DEM partiyê Berîtan Guneş Altin di çalakiya ‘deng bide azadiyê’ ya li ber avahiya AKP’ê de axivî û got: “Ji aliyê netirsin. Ji çareseriyê netirsin. , ji şer, ji aboriya ku berbi nebaşiyê ve diçe û dijminahiya li hember penaberan bitirsin.”   Daxuyanî bi çalakiya runiştinê ya 10 deqeyan bidawî bû.