Daxuyaniya meşê: Em ê berxwedanê bidomînin 2024-07-05 14:52:38     WAN - Çalakvanên "Meşa ji bo rêzgirtina îradeyê" ya ku ji bajarên Tirkiye û Kurdistanê ber bi Colemêrgê ve hat destpêkirin, daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de ev peyam hat dayîn: “Heta ku maf, hiqûq, statû û zimanê dayikê yê gelê Kurd bi awayekî rasteqînî bi destûra bingehîn bê misogerkirin, em ê têkoşîn û berxwedana xwe bidomînin."   "Meşa rêzgirtina ji îradeyê re" ku li dijî tayînkirina qeyûmê li Şaredariya Colemêrgê di 3'ê Hezîranê de hatibû destpêkirin, li navçeya Elbak a Wanê dewam dike. Meşvanan li Tesîsên Bêhnvedanê ya Ovayê daxuyanî dan.   'Em ê berxwedana xwe bidomînin'   Parlamenterê Wanê Zulkuf Uçar wiha got: “Îradeya gelê Kurd hat desteserkirin û darbe hat kirin. Sed salekê îrade, hebûn, statu û herî dawî jî mafê dengdayîn û hilbijartinê ji gelê Kurd stend. Ev meşa rêzgirtina îradeya li dijî mejiyê faşîst û kolonyalîst e. Ev meş meşeke li dijî zîhniyeta ku li Îmraliyê li ser Birêz Abdullah Ocalan dest pê kiriye û bandorê li girtîgehan dike. Heta maf, hiqûq, statû û zimanê dayikê yê gelê Kurd li welat bi rastî jî bi destûra bingehîn bê misogerkirin, em ê têkoşîn û berxwedanê bidomînin."   Vedat Aydin hat bibîranîn   Zulkuf diyar kir ku meş tenê bi meşvanan re sînordar nebû, bi milyonan kes li pişt wan bûn û wiha got: “Helbet dê demokrasî were vî welatî. Helbet ev demokrasî û edalet wê bi têkoşîna gelê Kurd û dostên wan pêk were. Em îro jî Vedat Aydin ê ji aliyê JÎTEM'ê ve hat qetilkirin bi rêzdarî bibîr tînin. Em diyar dikin ku em ê bi gelê Colemêrgê re li berxwe bidin."   Piştî daxuyaniyê meşvan ber bi Elbakê ve ketin rê. Di daxuyaniyê de timî dirûşmên "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin.