Meşvanên 'Ji îradeyê re rêzgirtin' azadiya Ocalan daxwaz kirin 2024-07-04 16:07:45     WAN - Kesên ji bajarên cuda yên Kurdistan û Tirkiyeyê tev li “Meşa rêzgirtina ji îradeyê re” bûn, li Payîzavayê daxuyanî dan û daxwaza azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kirin.   Di 3’yê hezîranê de li Şaredariya Colemêrgê ya di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) qeyûm hatibû tayînkirin û li dijî tayînkirina qeyûm, “Meşa rêzgirtina ji îradeyê re” hatibû destpêkirin. Meş, li navçeya Payîzava ya Wanê didome. Meşvan, li mezraya Tekmala Şêx Safiyeddîn daxuyanî dan.    Parlamentera DEM Partî ya Mêrdînê Salîha Aydenîz, di daxuyaniyê de bal kişand ser girîngiya meşê û diyar kir ku li dijî xespkirina vîna gel dimeşîn. Salîha wiha dirêjî da axaftina xwe: "Her ku diçe li welat qeyran kûrtir dibe. Derketina ji qeyranê tenê bi naskirina vîna gel pêkan e. Qeyûm darbeye. Gelê Kurd û dostên kurdan li dijî darbeyê dimeşin. Heke ev darbe bidome dê ev welat bibe girtîgeha vekirî.    Em tenê ne li dijî qeyûm em li dijî tecrîda li hemberî Birêz Ocalan jî dimeşîn. Em ji bo têkbirîna tecrîdê dimeşin. Ji bo pêşeroja vî welatî divê Birêz Ocalan azad bibe. Em ê heta bi dawîkirina wan polîtîkayan têkoşîna xwe bidomînin. Divê muxalefet baş bizane ku rêya demokrasiyê ji Colemêrgê re derbas dibe û azadiya Gelê Kurd jî bi azadiya Birêz Ocalan pêkan e."   Piştî daxuyaniyê girsê dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kirin û ber bi Tesîsa Behnvedanê ya Doguyê meşiyan.