Meşa 'Rêzgirtina ji îradeyê re' dewam dike 2024-07-04 11:55:31     WAN - Meşa "Rêzgirtina ji îradeyê re " ku ji bajarên Tirkiye û Kurdistanê ber bi Colemêrgê ve hat destpêkirin dewam dike. Tevî hewaya germ jî meş bi biryardarî dewam dike.   "Meşa rêzgirtina ji îradeyê re" ku li dijî tayînkirina qeyûmê li Şaredariya Colemêrgê ya di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan  (DEM) de di 3'ê Hezîranê de hatibû destpêkirin didome. Di roja duyemîn a şaxa Wanê de di meşê de parlamenter, hevşaredarên şaredariyan û nûnerên saziyên sivîl jî di nav de bi sedan kes amade ne. Meşvanên ku şeva xwe li Parka Norduzê ya navçeya Payîzava ya Wanê derbas kirin, bi tîrêjên rojê yên ewil şiyar bûn. Meşvanên ku li herêmê hatin cem hev li vir taştê xwarin. Piştî taştê meşvanan derdor paqij kirin, piştre li hev kom bûn û ber bi Taxa Xosebê ve bi rê ketin.   Welatiyan jî piştgirî dan meşvanan    Di meşê de sirûdên "Gever e Gever e" û "Çerxa Şoreşê" hatin gotin. Wesayîtên derbasbûyî ji bo piştgiriyê bidin meşê dirûşmên "Bijî Berxwedana Colemêrgê" berz kirin. Meşvanan li hin rawestgehan navberên kurt dan û bi stranên ku li wir hatin gotin govend gerandin.   Li gel tilîlî û stranan rêwîtiya xwe berdewam kirin   Meşvanan danê sibehê piştî meşa 5 kîlometreyî bêhna xwe dan û careke din derketin rê. Meşvanan li gel tilîlî û stranan rêwîtiya xwe berdewam kirin, piştre 42 kîlometreyan li gundê Tekmala Şêx Safiyedîn bi dawî kirin û bêhnvedana xwarinê dan. Meşvanên ku dê 2 saetan bêhna xwe vedin, wê rojê bi 5 kîlometreyên din bimeşin heta Tesîsên Bêhnvedanê yên Rojhilat û li wir şeva xwe derbas bikin.