Meşvanên meşa 'Ji îradeyê re rêzgirtin' ber bi Êlihê ve tên 2024-07-02 11:43:13     EDENE - Meşvanên meşa ku DEM Partiyê bi dirûşma "Ji îradeyê re rêzgiitn" daye destpêkirin, ji Edeneyê ber bi Êlihê ve bi rê ketin.   Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li dijî qeyûmê ku tayînî Şareariya Colemêrgê hat kirin ji Stenbol û Îzmîrê meş dabû destpêkirin. Meşa ku bi dirûşma "Ji îradeyê re rêzgirtin" hat destpêkirin duh gihîşt Edneyê. Meşvanên ku bi şev li bajêr man, ber bi Êlihê ve ketin rê.   Meşvanên ku li ber avahiya DEM Partiyê ya Edeneyê hatin gel hev bi dirûşma "Bijî berxwedana Colemêrg" û bi çepikan ji bajêr hatin oxirkirin.