'Belavbûna şewatê encama polîtîkayên dewletê ye' 2024-07-02 09:03:12     Şehrîban Aslan   AMED - Parlamentera DEM Partiyê Adalet Kaya, diyar kir ku mirina di şewata li Amed û Mêrdînê de di encama polîtîkayên DEDAŞ'ê û dewletê de pêk hatiye û destnîşan kir ku polîtîkayên qeyûman jî bandoreke mezin kirine.   Di şewata ku di 20’ê Hezîranê de li gundên Şemrex û navçeya Çinarê ya Amedê rû da, 15 kes û bi hezaran zindiyan jiyana xwe ji dest dan û nêzî 50 hezar dekar erd jî şewitî û bû xwelî. Li hemberî şewata ku di enacama çîkên ji dîrekên ceryanê çûn de derket bertekên gel li hemberî DEDAŞ û dewletê dewam dikin, Parlamentera Amedê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Adalet Kaya li gundên ku şewat derket, ji kêliya yekem ve li cem gundiyan sekinî.. Edaletê zilma ku DEDAŞ'ê li Kurdistanê li gel dike nirxand.   'DEDAŞ bi awayekî keyfî muamele dike'   Adalet, bi bîr xist ku xizmeta belavkirina ceyranê ku xizmeteke ji bo gel e, bi polîtîkaya taybet a Tirkiyeyê re derbasî DEDAŞ'ê bû û got, ev yek bûye sedema ceryana bêkalîte. Edalet got, “Em dikarin vê di aliyê Kurdistanê de wiha binirxînin; Ji ber qutbûna ceryanê ya zêde , bêhejmar alavên elektronîk yên ge, çi li gund û çi li bajaran bin, şewitîn. Dîsa nêzîkatiyek ku tenê ji bo berjewendiyê yan e heye û gel wekî kiryar tê ditin. Bi gotineke din, gel xizmeta ku divê ji aliyê cemaweriyê de bê kirin ji şîrketekê dikire. Her wiha hilberîner li seranserê Tirkiyeyê ceryana qaçax bi kar tînin. Ji ber ku bihayê ceyranê pir zêde bûye. DEDAŞ tenê bi hinceta 'ceryana kaçax' elektrîka gundî, cotkar û sewalkarên Kurdistanê bi awayekî keyfî qut dike. Ev zirarê dide her kesî, nemaze nexweşên ku bi cîhazan ve girêdayî ne,"   'Gel hat sûcdarkirin'   Adalet, da zanîn ku welatiyan têkildarî îşkenceya DEDAŞ'ê ya ji ber ceryanê bi sedan daxwazname dane rayedaran û got, "Xizmeta DEDAŞ'ê bi kablo û dîrekên ceryanê yên ji salên 80'î ve sînordar maye. Ji ber vê yekê, DEDAŞ demeke ku ceryan ewqas biha ye û mirov berdêla wê didin; Ew tu karûbarên ku dê neyînîyên ku xetereyên jiyanî û hawîrdorê diafirînin ji holê rabiki nake. Dema em li van hemûyan dinêrin gel li hemberî şîrketa ceryanê DEDAŞ'ê gelek bi hêrs e. Li edliyeyan bi sedan doz hene. Li vir helwesta dualî, ango pêkanînên li Tirkiye û Kurdistanê ne wek hev hene û polîtîkaya cihêkariyê tê meşandin. Ji ber ku DEDAŞ weke ku me di şewata li Çinar û Şmeraxê  de dît, bi hemû bêhiqûqiyên xwe xwe dispêre dewletê û jê hêzê digire. Waliyê Amedê rastî înkar kir û rasterast gel sûcdar kir. Lê piştre derket holê ku şewat ne ji ber mirovan ji kabloyên ceryanê yên DEDAŞ'ê derketiye û ji ber vê şewatê 15 kesan jiyana xwe ji dest dane. Dîsa malbatan xisarên madî yên giran dîtin."   'Hikûmetê erka xwe pêk neanî'   Edaletê da zanîn ku divê şewat di bin sê sernavan de bê lêkolînkirin û ev tişt anî ziman: “Ya yekem saziya ku divê DEDAŞ'ê teftîş bike heye ew jî Wezareta Enerjiyê ye. Ji kesên jiyana xwe ji dest dane bi qasî DEDAŞ'ê berpirsyariya Wezareta Enerjiyê heye. Ya duyemîn jî walî û qeymeqam di dema xwe de mudaxele nekirin. Ji ber ku xema wan ne gel bû. Ya sêyemîn jî rêveberiyên herêmî û rêxistinên sivîl in. Dema em lê dinêrin şaredarî 8 sal in di bin rêveberiya qeyûman de ne. Amûr û personelên wê têr nedikirin. Ji ber ku erd xirab bû, agirkuj jixwe bêbandor bû. Herî dawî STK hene, jixwe di her mijarê de erkên xwe bi cih tînin, ji serdema erdhejê jî mirov dikare vê yekê bibîne. Sedemên ku min ew yek bi yek rêz kirin ew bû ku her kes xwedî erk bû. Diviyabû hikûmeta navendî erka xwe bi cih bianiya. Ji ber ku ev nehatine kirin, gel bi awayekî xwezayî bertek nîşan dide û dibêje, 'Ji ber ku em Kurd in nehatin û agir vemirandin'."   'Şaredariyên me 8 sal in di bin rêveberiya qeyûman de bûn'   Adaletê bi bîr xist ku şewata li Balikesîr û Ayvalikê derket bi şev bi helîkopterê hat vemirandin û destnîşan kir ku yekane sedema ku 15 kesan jiyana xwe ji dest da nêzîkatiyên nîjadperest û cudakar ên hikûmetê ne û got, "Em vê yekê tu carî qebûl nakin û divê hemû berpirsyar bin. ceza kirin. Her weha pêdivî ye ku meriv li vir behsa rêveberiya pêbawer jî bike. Ger ev 8 sal bûn qeyûm nebûya û ji aliyê hevserokên me û endamên meclîsa şaredariyê ve şaredarî bihata birêvebirin, belkî ew şewat derneketa. Dibe ku tedbîrên pêşîlêgirtinê bihata girtin û em bi rastî di vê wateyê de bi şaredariyên xwe bawer dikin. Paradîgmaya me ya azadîxwaz, ekolojîk û demokratîk a jinan wê vê jiyanî bike.   Sala borî li heman gundî şewat derketibû, sala bertir jî şewat derketibû, lê ev cara yekem bû ku li qadeke wiha mezin belav bû. Ev ji ber xemsariya  û nebûna destwerdana di wextê de bû."