Meşvanan ber bi Edeneyê ve bi rê ketin 2024-07-01 13:05:51   ENQERE - Kesên ku di “Meşa Rêzgirtina li Vînê” ku DEM Partiyê daye destpêkirin de cih girtin, ji Enqereyê ber bi Edeneyê ve bi rê ketin.    “Meşa Rêzgirtina li Vînê” ku Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li dijî tayînkirina qeyûman a li Şaredariya Colemêrgê ji Stenbol û Îzmîrê da destpêkirin duh gihiştibû Enqereyê. Meşvan îro ber bi Edeneyê ve bi rê ketin.    Parlamenterê Îdirê yê DEM Partiyê Yilmaz Hûn, destnîşan kir ku dê vîna gel biparêzin û wiha got: “Weke ku hûn dizanin ipotek danîn ser vîna gel.” Hûn, destnîşan kir ku desteserkirina vînê îro bûye “qeyûm” û wiha domand: “Em ê bi gelê kurd û dostên xwe re li dijî vê desteserkirina vînê heta dawiyê li ber xwe bidin.”   Piştî axaftinê meşvan bi rê ketin.