Ji bo Kurdî di têkoşînê de bi biryarin 2024-07-01 09:04:41     WAN - Parlamentera DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît der barê pêşnûmeyên ku ji bo Kurdî didin meclîsê û nayên qebûlkirin, êrîşên zêde bûne de axivî û got wê têkoşînê hîn mezintir bikin.   Zextên li ser Kurdî didomin û li meclîsê jî pêşnûmeyên ji bo Kurdî tên dayîn şûnde tên vegerandin. Dema Kurdî tê axaftin jî mîkrofon tên girtin û wek ‘zimanê nayê zanîn’,’X’ der basî girtekan dibe. Parlamentera DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît der barê mijarê de axî.   Gulcanê da zanîn ku pêşnûmeyên Kurdî nakin kirariyan jî û ev helwesta meclîsê nêzîkatiya wan ya li hember Kurdan nîşan dide. Gulcanê wiha vegot: “Bi mîlyonan carî me îfade kiriye em Kurd in em li ser axa xwe dijîn. Em ziman, çand û dîroka xwe jiyana xwe diodmînin. Em ê li dijî înkar, îmha û asîmîlasyonê têkoşîna xwe bidomînin.”   ‘Pêşnûmeyên me nakin kirariyan jî’   Gulcanê ev tişt bi lêv kir: “Helwesta li dijî Kurdî li dijî Kurdan e. Em tenê li ser axa xwe nayên asîmîlekirin. Li hember kesên di siyasetê de cih digirin jî asîmîlasyon heye. Em pêşnûmeyan digirin lê hewce nabînin bikin kirariyê.  Ev nêrîna dewletê wê wek lekeye kreş li dîrokê bimîne.”    ‘Divê em dengê xwe xurt derxînin’   Gulcanê destnîşan kir ku Kurdî wek ‘zimanê nayê zanîn’ derbasî girtekan dikin û dema hilbijartinan de desthilatdarî Kurdî dike propaganda hilbijartinê û wiha pê de çû: “Li ser zimanê ku nayê zanîn propagandayê dikin. Dîrok û çanda me tune dihesibînin lê bi muzîkên hilbijartinê yên Kurdî dikin. Em bi naqokiyek wisa re rû bi rûne. Divê em li dijî vê dengê xwe bilind bikin.Li dijî rêjeya ketina axaftina Kurdî dvê xeteke têkoşînê ya hevpar bê avakirin. Ev encama asmîlasyona dewletê ye. Em li dijî vê asîmîlasyoNê dikarin xeteke têkoşînê ava bikin û encamek baş bigirin. Bi taybet divê zarokên me Kurdî fêr bibin.”   ‘Em ê têkşoînê bidomînin’   Gulcanê  di berdewamiya axaftina xwe de  ev nirxandin kir: “Em Kurd dixawzin bi zimanê xwe jiyana xwe bidomînin. Em dixwazin bi zimanê xwe perwerdê bigirin û xebatên xwe bi zimanê xwe bimeşînin. Em dixwazin vê li her qadê bikin. Ji bo vê jî em ê têkoşîna xwe bidomînin, emê li meclîsê li ser kursiyê bi Kurdî biaxivin ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdê û bigihêje statuya zimanê fermî wê têkoşîna me bidome.”   ‘Di esasê de hember hebûna Kurdan êrîşek heye’   Gulcanê balkişand ser tayînkirina qeyûman jî û daxuyakirin ku ev sê deme qeyûm tên tayînkirin û yekem mudaxaleya qeyûman jî  xebatên ziman, xebatên jinan e. Gulcanê wiha berdewam kir: “ Divê nokteyê de divê em xwedî li zimanê xwe derkevin û di vî alî de xebatan bimeşînin.Di esasê de li hember hebûna Kurdan êrîşek heye.   Li hember Kurdan hiqûqa dijmin xistine dewrê. Bêguman divê em tala têkoşînê li dijî vê bilind bikin. Em ê encamê jî bi têkşînê bigirin.”