SKM’ê xebata ‘Li dijî xizaniya jinê tora jiyanê’ da destpêkirin 2024-07-01 09:04:03     Elfazî Toral   STENBOL - Ji  "Tora Jiyanê ya Jinan a li Dijî Xizaniyê" Dîlara Su Kalpak der barê kampanya ‘li dijî xizaniya jinê tora jiyanê’ ya SKM’ê daye destpêkirin axivî û da zanîn ku wê jinan rêxistin bikin û li dijî hemû pirsgirêkan alternatîfa jiyanê pêşkêş bikin.   Ji ber polîtîkayên desthilatdariya AKP’ê êrîşên li hember jinan her diçin zêde dibin û destdirêjî, qetilkirin, tundiya li ser jinê jî didome. Jin li dijî polîtîkayên zîhniyeta serdest ya jiyana jinê hedef digire têkoşîna xwe bi israr didomîne. Meclîsa Jinan a Sosyalîst (SKM) di rojên borî de xebatek bi navê "Li dijî xiznaiya jinê tora jiyanê" da destpêkirin û jinan eleqeyek mezin nîşandan.   Ji "Tora Jiyanê ya Jinan a li Dijî Xizaniyê"  Dîlara Su Kalpak der barê armanca xebata dane destpêkirin de ji JINNEWS’ê re xivî.   Çima li dijî xizaniyê Tora Jiyanê ya Jinan?    Dîlarayê got li Esenyurt û Bahçelîevler  xebatan dimeşînin û got: “Armanc awan ev e ku di vê krîz û xizaniyê de jin çi dijîn bên tespîtkirin. Em bi jinan re tên gel hev û xizaniya ku bandor li jiyanê dike, xizanî çawa tê jiyîn xizaniya giştî  nîqaş dikin. Em anketan dikin. Em bi jinan re anketan dikin. Em ên gel hev.  Em nîqşan dikin. Barekî çawa li jinan tê barkirin em van mijaran diaixivn û nîqaş dikin.”   5 xal!   Dîlarayê di berdewamiyê de biv lêv kir ku di mijara xizanî, krîza aborî de û jin li ku derê  vê cih digirin de jinan agahdar dikin û wiha pê deçû: “Nîqaşên berfireh tên kirin. Mînak jin nikarin hewcedariyên xwe yên herî esas bigirin û jin li dijî vê çawa dikarin têbikoşin. Ev tê nîqaşkirin. Dema ev nîqaş tên kirin bê guman tundiya mêr jî ku li her qada jiyanê heye tê destgirtin. Em di pêvajoya dawî de dibînin. Rojê çend jin tên qeitlkirin. Em der barê vê de jî têkiliya van qetilkirinan bi xizaniyê re çiye, jin vê mijarê çawa dibînin û li dijî vê dikare çi bê kirin xebatan dimeşînin. Me ji bo vê kampanya îmzeyan da destpêkirin. Me 5 daxwaz ava kirin û em ê bidin şaredariya Esenyurt û Bahçelîevler. Xalên  li ser hewcedariyên esas yên jinan hene. Di nav de, belavkirina pedên bê pere, kreşên bê pere, aşiya HPV ya bê pere, ji bo her xwendekarekê qerta xwarinê ya danekê û ya din jî avakirin pazara kedê ya jinan e.”   Xizaniya jinê   Dîlarayê diyar kir ku xizaniya jinê di asta nîqaşkirinê de li cihekî girîng cih digire û got krîza aborî herî zêde bandor li ser jinan kiriye û got: “Krîza xizaniyê heye.  Jin jî mêr jî ji vê bandor dibin. Lê bi taybet jin bi awayekî girna bandor dibin. Div^eli dijî vê hişmendî bê rêxistinkirin. Me li dijî xzaniyê bi navê jiyana jinê rêxistinbûn tercîh kir. Em çima xizaniya jinê û ya giştî ji hev dikin? Ji ber jin  vê dijîn. Di heman malê de jin ji birayê xwe zêdetir xizaniyê dijî. Hîna di temenê biçûk de dikevin plana duyemîn. Hewcedariyên jinan nayên dîtin. Jin hem li malê hem li  kargeriyan wek hêza erzan a kar tê dîtin.”   Hişmendiya parastina cewherî!   Dîlarayê di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku pergal jinan wek hêza erzan a kar tevli jiyana xebatê dike û wiha dawî lê anî: “pergala serdest ya mêr polîtîkayên k jinan hedef digire dike jiyanê. Tundiya dewlet mêr roj bi roj zêde dibe. Hemû jin dizanin tundiya mêr heye. Li dijî vê jî îradeya bikaranîna mafê parastina cewherî nîşan didin.  Bi hişmendiya parastina cewherî hewce bi rêxistinê heye. Em wek Tora Jiyana Jinê ya Li dijî Xizaniyê  di hedefa jiyaneke  altreantîf de ne.”