Meşvanên Ji Îradeyê re Rêzdarî li Enqereyê ne: Em ê êrîşa qeyûman biçewisînin 2024-06-30 18:57:49   ENQRE - Meşa ‘Ji îradeyê re rêzdarî’ ya ku DEM Partiyê li dijî xespkirina qeyûman ji Stenbolê heta Colemêrgê daye destpêkirin gihişt Enqereyê. Di daxuyaniya ku hat dayîn de wiha hat gotin: “Heta ku em êrîşên qeyûm biçewisînin wê meşa me bidome.”   Partiya Wekhevî û Demorkasiyê ya Gelan (DEM Partî) li dijî xespkirina qeyûman ji Stenbolê heta Colemêrgê starta Meşa ji Îradeyê re rêzdarî’  li Îzmîrê da û Stenbolê dabû destpêkirin.  Meşvanên derketin rê gihiştin Enqereyê. Meşvanên li parka Kurtuluş hatin pêşwazîkirin berbi Kolana Sakaryayê ketinmeşê.  Bê navber dirûşmeyên ‘bijî berxwedana Colemêrgê’, ‘Berxwe bide Colemêrg Enqere ligel te ye’, ‘Bicehme qeyûm’ hatin berzkirin. Meşvan li Kolana Sakaryayê bi girseyî hatin pêşwazîkirin.   ‘Wê têkoşîna me bidome’   Li ser navê Rêxistina DEM Partî ya Enqereyê Nebahat Çalpan daxuyanî xwend û meşvan bi Kurdî slav kir . Nebahatê da zanîn ku wê li dijî xespkirina îradeyê serî netewînin û wiha got: “heta ku qeyûm neyên çewisandin wê têkoîna me bidome. Êrîşa bi qeyûman tê kirin li hember hemû kesiye. Destilatdarî dixwaze bi rêbaza dargeyê şaredariyên ku DEM partiyê bidestxistine bidest bixe.”   ‘Dest ji siyaseta hilweşînê û şer berdin’   Nebahatê di berdeawmiya axaftina xwe de: “Polîtîkayên qeyûm û tecrîdê gel ancax berbi karaset û şer dibe. Ev siyaset wê we nebe cihekî. Cihê ku bibe jî karasete. Em niha şahidiya şer û qirkirinên mezin dikin. Werin hîna rê nêz de dest ji vê siyaseta hilweşînê berdin. Ji şer û rantê tasarufê bikin, ku bila gelê me rehet bikin.”   Nebahatê wiha dawî lê anî: “AKP-MHP 8 sale îradeya gelê Kurd xesp dike. Em ji vê bawer dikin. Wê qeyûm biçin em bimînin. Çawa ku bi têkoşîna hevpar a gelê Wanê qeyûm hatin çewisandin wê îro jî li Colemêgê bê çwisandin. Em ê bersiva êrîşan bidin. Bijî berxwedana Colemêrgê.”   Piştre parlamenerê DEM Partî yê Wanê Mahmut Dundar axivî û dyar kir ku AKP-MHP darbe xwariye lê tehemul nake û ji ber vê serî li her cureyê xîle û derewan dide. Mahmut got heta dijhiqûqî neyê vekişandin wê meşa wan bidome. Meşvan sibê wê ji Enqereyê derkevin berbi Edeneyê bimeşin. Di 3’ê Tîrmehê de wê li Wanê bin û piştre ji Wanê bimeşin û 8’ê Tîrmehê de li Colemêrgê bin.