Tulay Hatîmogullari: Divê jin piştgiriyê bidin hev 2024-06-30 16:53:20   STENBOL- Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogullari di Komxebata Komxebata Tifaqa Wekheviya Zayendî ya Îtîfaqa Pêşverû de axivî û got: “Em di pêvajoyeke ku divê jin hev hembêz bikin de derbas dikin. Divê têkoşîna hevpar bê meşandin.”    Koma Xebatê ya Wekheviya Zayendî ya Hevbendiya Pêşverû ku ji 27 welatên Ewropa, Rojhilata Navîn û Afrîkayê jin tevli bûn, roja duyemîn a komxebata xwe li oteleke li Floryayê pêk anî. Wekîla Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ceylan Akça, Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu, Hevşaredara Amedê Serra Bucak, Berdevka Karên Derve ya DEM Partiyê Ebru Gunay, Berdevka Rêxistina DEM Partiyê Elîf Bulut beşdarî komxebatê bûn. Di komxebatê de di serî de zayendiya civakî li ser pirsgirêkên ku li tevahiya cîhanê jin dijîn niqaş hatin kirin.   Piştî nîqaşên hatin kirin hevseroka giştî ya DEM partiyê Tulay Hatîmogullari axivî.   ‘Jin jiyan azadî’ berxwedana me hemûyane   Tulayê da zanîn ku bedela şerên li cîhanê jin didin û şerv pergala serdest ya mêr xurt dike. Tulayê got şerê Rûsya-Ukrayna, Israîl-Fîlîstîn û şerê li Rojava li hember Kurdan didome û got: “di serî de tevgera jinan û tevgerên ekolojîk israra xwe ya di aştiyê de her tim zindî dihêlin û di demeke ku divê  têkoşîn bê dayîn de derbgas dbin. Berxwedana Mahsa Amînî ya nîşandaye ‘jin jiyana azadî’ ne tenê li Îranê bû dirûşmeya hemû jinên cîhanê. Ev jî nîşaneya berxwedana me hemûyane.”    ‘Jin bê deng namînin’   Tulayê balkişand ser yek ji rojevên girîng ya tevgera jinên Kurd û Tirk û got yek ji van qetilkirinên jinane û wiha got: “Desthilatdarî bi pakêtên darazê destkeftiyên jinan hedef digire. Pirsgirêka Kurd ne tenê li Tirkiye Û herêmê, ne tenê ji bo Tirkiyeyê, ji bo Sûriye, îran û Iraqê jî divê bê çareserkirin.Em di vê mijarê de di xebatan de ne. Her wiha li her derê cîhanê li dijî destdirêjî û zextên li ser jinên em têkoşîna xwe dimeşînin û berxwe didin. Em tevgera ku herî zêde berxwe didin e. Em jin li dijî zextan bêdeng namînin. Têkoşîna xwe didomînin.”   ‘Tundiya herî mezin xizaniye’   Tulayê balkişand ser xizaniyê û daxuyakirin ku tundiya herî mezin ya li hember jinan xizaniye û got fatureya krîza aborî li mirovan tê birîn ûn bi tyabet jî li jinan tê birîn. Tulayê da zanîn ku divê şer û pevçûnên li cîhanê bidaweî bin û bernameyeke aboriyê ya adîlane li cîhanê bikeve jiyanê. Tulayê wiha dirêjî dayê: “Em wek DEM partiyê ji bo wekheviya zayenda civakî pêk bê wê têkoşîna me her tim li her qadê li qada neteweyî û navneteweyî bidome. Pergala hevserokatî û nûneriya wekhev bandor li siyasetê jî kiriye û yek ji sedemên vê ya herî girîng eve ku jib o bigihêje hedefan wek pêngav em dibînin. Hevserokatî ji bo xwegîhandina hedefan gaveke ku hatiye avê tinê ye. Di DEM Partiyê de ji gelê cua nûner hene.  Em ligel hev xebatên xwe dimeşînin. Beriya DEM partiyê navê me HDP bû. Ez bi serbilindî dibêjim ku em şûnde gavê navêjin. Divê Tirkiye demildest biryarên DMME’ê pêk bîne. Divê her kesê ji doza Kobanê girtîne bên berdan.”   Peyama têkoşîna hevpar   Tulayê wiha dawî lê anî: “Em di pêvajoyek girîng de derbas dibin. Hewce bi têkoşînek xurt heye. Di vê mijarê de ez bawer dikim ku em bi hev re dikarin encamên baş bidest bixin. Pirsgirsêk zêde ne lê moralê me bilinde. Moral û motîvasyona jinan em anîn îro. Bila riya me vekiribe.  Divê em jin hev hembêz bikin û em ji hev hêzê bigirin. Piştgiriyê bidin hev.”   Piştî axaftinan dekleraysona komxebtaa du rojan hat aşkerakirin.