Bi dirûşma 'Dê qeyûm biçin em ê bimînin' bi rê ketin 2024-06-30 14:08:27       STENBOL - Şaxa Meşa "Ji bo îradeyê rêzdar be" a Stenbolê  ber bi Colemêrgê ve bi dirûşma "Dê qeyûm biçin, em ê bimînin" ji Stenbolê bi rê ket.     Meşa rêzgirtina ji îradeyê re ku li dijî tayînkirina qeyûman ji aliyê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ve wê ji Stenbolê heta Colemêrgê bê lidarxistin, piştî Îzmîrê li Stenbolê jî hat destpêkirin. Parlamenterên DEM Partiyê yên Stenbolê Çîçek Otlu û Cengîz Çîçek û Parlamenterê Mêrsînê Alî Bozan jî di nav de gelek kes ji bo meşê danê sibehê li ber Rêxistina Navçeya Kadikoyê ya DEM Partiyê hatin cem hev. Piştre girseya ku tîşortên "Qeyûm bicihem" li xwe kirin, beriya meşê li ber avahiya navçeyê daxuyanî dan çapemeniyê.    'Em têkoşîna li dijî tayînkirin qeyûman mezin dikin'   Parlamentera DEM Partiyê ya Stenbolê Çîçek Otlu li vir axivî û diyar kir ku hikûmeta AKP'ê bi qeyûmê tayînkirî re peyam da gelê Kurd ku vîna wan nas nake û got, " Li Tirkiyeyê gelê Kurd û vîna wî heye û gelê Kurd dixwaze statuya xwe bi dest bixe.  Piştî vê tayînkirina qeyûm, têkoşîna nobeda edaletê ya Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê ku me bi dirûşma 'Stenbol ji bo Colemêrgê ye' dabû destpêkirin, her roj mezin dibe. Em têkoşîna li dijî desteserkirina îradeyê ya ji aliyê rejîma AKP'ê ji Stenbolê heta Amedê, ji Amedê heta Îzmîrê, ji Îzmîrê heta Samsûn û Şirnexê bi hemû gelan re dikin yek."   'Bijî têkoşîna me ya yekbûyî'   Çîçekê bal kişand ser Meşa Rêzgirtina ji Îradeyê re ya ku dê ji Stenbolê heta Colemêrgê li dar bixin û got, "Ev meşa edaletê tê wateya na ji desteserkirina vîna gelê Kurd re. Ev meş meşa parastina ked û azadiya me ye. Ev meş bersiva rejîma AKP’ê ya ku gelê me bi şewatê li Kurdistanê qetil kir. Li dijî wan kesên ku mîna salên 1990’î me bi darê zorê sirgûn dikin û bi kiryarên kiryar nediyar mafê jiyanê jê gelê Kurd dihat desteserkirin, wê kes nikaribe bi tayînkirina qeyûman li şûna hevşaredarên me yên hilbijartî, me bitirsîne. Ji ber vê yekê em ji Stenbolê heta Colemêrgê dimeşin û li şaredariyan mafê xwe yê jiyanê û îradeya xwe emê biparêzin. Ev meşa edaletê wê bidome. Em ê xwedî li îradeya gel derkevin. Bijî têkoşîna yekbûyî."    Derketin rê   Piştî daxuyaniyê bê navber dirûşmên "Ew ê derkevin em ê bimînin" û "Bijî berxwedana Colemêrgê" hatin berzkirin. Koma meşa Stenbolê ya ji 10 kesan pêk tê, ku wê piştre ji Stenbolê biçe Colemergê, ji aliyê endamên partiyê ve hat oxirkirin. Rawestgeha yekemîn a koma meşê ya Stenbolê ku li her bajarekî heta Colemêrgê komên nû ji 10 kesan pêk tê, wê Enqere be.