Şaxa meşa Egeyê ya 'Ji îradeyê re rêzgirtin' bi rê ket 2024-06-30 12:02:04   ÎZMÎR - Şaxa Egeyê ya Meşa "Ji îradeyê re rêzgirtin" bi pêşengiya DEM Partiyê bi dirûşma "Bijî berxwedana Colemêrgê" bi rê ket.    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di çarçoveya plansaziya çalakiya xwe ya li dijî tayînkirin qeyûman de, ji Stenbolê ber bi Colemêrgê ve bi navê meşa “Ji îradeyê re rîzgirtin” meşekê li dar dixe. Şaxa Egeyê ya meşê îro derket rê. Girseya ku li ber Nûnertiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Îzmîrê li hev civiya pankarta "Şaredarî yên me ne, ji qeyûman re na" vekir û dirûşma "Bijî berxwedana Colemêrgê" berz kir. Parlamentera  DEM Partiyê ya Îzmîrê Burcugul Çubuk jî beşdarî merasîma oxirkirinê bû.   Hikûmetê piştî hilbijartinan winda kir   Hevserokê DEM Partiyê yê Îzmîrê Mehmet Kuruş di daxuyaniya hat dayîn deaxivî û diyar kir ku desthilatdariya AKP-MHP'ê piştî hilbijartinên herêmî bi windakirina desthilatdariya xwe re rû bi rû maye. Mehmet got, “Ji bo ku rewşa piştî hilbijartinan derhal veguhere îktîdara ku zextê diafirîne, pêşî li Wanê cerbeya tayînkirin qeyûm hat kirin. Lê belê di encama berxwedana bi biryar a gelên Tirkiyeyê û berxwedana bi heybet a gelê Wanê de, hikûmet neçar ma ku paşve gavê biavêje. Hikûmeta ku li Wanê têk çû ev hewldana xwe li Colemêrgê dubare kir."   Meş bi armanca dêv ji îradeya gel re rê bê girtin tê lidarxistin   Mehmet bal kişand ku dewlet dixwaze polîtîkayên qeyûman ên li Kurdistanê bidomîne û li Tirkiyeyê jî belav bike û got, ji ber vê yekê qeyûm tayînî Şaredariya Colemêrgê hatiye kirin û ev  desteserkirina vîna Kurdan e. Mehmet got, “Îro divê gelên Tirkiyeyê li dijî hewldana darbeyê ya li Colemêrgê bi hev re têbikoşin û ji bo azadî, demokrasî û aştî pêk were divê têkoşîneke xurt bê destpêkirin. Meşa ku em îro li vir didin destpêkirin  ‘Meşa rêzgirtina ji îradeyê’ re ye, tê wateya ku wê ji vir heta Enqere, Edene, Amed, Êlih, ji wir jî heta Wan û Colemêrgê bidome. Em hevalên xwe yên ku dê ji vir ber bi Colemêrgê ve bi rê bikevin oxir dikin û hemûyan pîroz dikin."   Piştî daxuyaniyê kesên beşdarî meşê bûn bi dirûşm û tilîliyan hatin hatin oxirkirin.