‘Tecrîd û polîtîkayên qeyûm girêdayê hev in’ 2024-06-28 09:03:05     Nazlican Nujîn Yildiz   ÎZMÎR - Jinan balkişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtîgehan a bi polîtîkayên qeyûm re û gotin polîtîkayên li hember Kurdan û qeyûm girêdayê tecrîdê ne. Jinan diyar kirin ku wê li dijî tecrîd û qeyûman têkoşînê bidomînin û gotin: “Heta em encamekê negirin em qadan terk nekin.”   Di 3’ê hezîranê de qeyûm tayînê şûna hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş ê di hilbijartinên herêmî yên 2024’an de ji DEM Partiyê bû namzet û bi ser ket, hat kirin. Mehmet Siddik ku hat girtin 19 sal û 6 meh ceza lê hat birîn. Bertekên li dijî tayînkirina qeyûm, çalakî û nobetên li dijî qeyûm didomin. Li aliyê din jî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û hemû girityan jî didome.   Jinan derbarê polîtîkayên qeyûm de nêrînên xwe anîn ziman û diyar kirin ku polîtîka qeyûm girêdayê tecrîdê ye û gotin wê li dijî van polîtîkayan têkoşînê bidomînin.   Qeyûm bi xwe re tundiyê tînin   Endama Jinart Hunerê Mehtap Alîşan da zanîn ku qeyûm tê wateya tunekirina îradeyê û got: “Bi vê rewşê re tundî jî tê. Ev pêvajo bi hewldana xespkirina îradeya li WAnê hatiye destpêkirin û gelê Wanê xwedî li îradey xwe derketiye. Ji ber vê neçar man biryara xwe şûnde bigirin. Niha li Colemêrgê pêkanîna qeyûm heye. Ligel vê ev 10-15 rojin li Tirkiye û Kurdistanê protesto didomin. Li Îzmîrê jî çalakiya runiştinê iddome. Ev 10 roje li kolanê em vê didin bihistin.”   ‘Em jî di bin tecrîdê de ne’    Mehtabê axaftina xwe wiha domand: “Polîtîka qeyûm ne tenê pirsgirêka Kurdistanê ye. Ev pirsgirêk hemû Tirkiyeyê eleqeder dike. Qeyûmê îro tayînê Colemêrgê bûye sibê dikare tayînê Îzmîrê jî bibe. Em garantiya vê nadin. Em di bin zextek mezin de ne. Bêguman ev girêdayê tecrîdê ye. Em jî bixwe tên tecrîdkirin. Tecrîd me hemûyan eleqeder dike. Em der barê têkoşînê de li formulên nû digerin. Em bi zimanên cuda bi dîsîplînên hunerên cuda xwe îfade dikin. Me çalakiya runiştinê da destpêkirin. Îtîraza me heye. Em ê îtîraza xwe li kolanan mezin bikin. Em ê ji kolanan xwe nedin alî.”   ‘Heta encam neyê girtin em  kolanan terk nakin’   Endama Meclîsa Jinan a DEM Partiyê ya Îzmîrê Ayfer Yildirim jî der barê mijarê de nirxandin kir û daxuyakirin ku qeyûmê tayînê şaredariya Colemêrgê bûye ne tenê li dijî gelê Colemêrgê ye û wiha dirêjî dayê: “Qeyûm li dijî îradeya gelê Kurd e. Desthilatdariyê piştî hilbijartinê encam qebûl nekir û çav  berda îradeya gel. Ger em bi awayekî cidî li dijî vê dengê xwe bilind nekin wê sibê ev belav bibe. Em ê heta ku encamek neyê girtin têkoşîna xwe bidomînin.”   ‘Qeyûm û polîtîkayên şer girêdayê tecrîdê ne’   Ayferê di berdewamiyê de wiha nêrîna xwe anî ziman: “Tecrîda li ser Abdullah Ocalan û li hemû girtîgehan pisgisrêkek mezin e.  Polîtîkayên şer û qeyûm jî girêdayê tecrîdê ne. Zextên li ser gelan encama polîtîka tecrîdê ne. Dixwazin vê bidomînin. Divê em dengê xwe li dijî van zextan bilind bikin. Ji bo beralîkirina tecrîd û qeyûman em ê qadan terk nekin. Qeyûm parçeyek polîtîka şerê taybete. Her oj jinek tê qetiklirin. Li ser ciwanan kemînek meizn heye. Şewat jî  li ser tunebûnekê hatine avakirin. Divê ev li her derê bê vegotin. Tecrîd ji qeyûman cuda nikare  bê fikirîn.”   ‘Xespkirina maf sûcê mirovahiyê ye’   Rêvebera ÎHD’a Îzmîrê Gulay Gun Bîlîcî jî diyar kir ku tayînkirina qeyûman tê wateya binpêkirina qanûnan û got: “Bi qeyûmên dema dawî tên tayînkirin re em vê dibînin; dewlet ji bo qadên ku jê xwedî dibe qeyûman tayîn dike. Em kesên ku dengan didin divê ji vê re bêjin êdî bes e. Xespkirina mafê hilbijartinê, xespkirina îradeya gel sûcê mirovahiyê ye. Bêguman  tayînkirina qeyûman girêdayê tecrîdê ye. Divê hemû gelbên gel hev û tecrîdê tune bikin.”