'Heta qeyûm biçe dê têkoşîna me bidome' 2024-06-25 09:02:42     Oznûr Deger   MÊRDÎN - Çalakvanên ku li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û yên navçeyên wê di nobedê de ne gotin, "Em dest ji doza xwe bernadin. Hata ku qeyûm biçe dê têkoşîna me bidome."    Bertekên li dijî Tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê ya Partiya Demokratîk a Gelan (DEM Partî)  ku hevşaredarên wê ji peywirê hatin girtin û li hevşaredar Mehmet Sidik Akiş 19 sal û 6 meh ceza hat birîn û hat girtin dewam dikein. Piştî vê DEM Partiyê di 4'ê Hezîranê de biryara çalakiya nobedê da û li hemû şaredariyên xwe sat di navbera 17.00 û 00.00'an de nobeda li dijî qeyûm hat destpêkirin.  Di nobeda ku gelek kes tevli bûn û dewam dike, zîhniyeta qeyûm tê şermezarkirin.    Çalakiyên nobetê yên li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, navenda Artukluyê ya di bin rêveberiya DEM' Partiyê de û li navçeyên Qoser, Nisêbîn, Dêrikê, Kerboran, Şemrex dewam dikin.  Li gel endamên partiyê yên beşdarî nobedê dibin, welatî jî li dijî polîtîkayên qeyûman derdikevin û diyar dikin ku divê vîna wan bê parastin.   'Bila gelê me vîna xwe biparêze'   Hevseroka DEM Partiyê ya Navçeya Artukluyê Katîbe Îzgî destnîşan kir ku ew ji 4'ê Hezîranê ve di nava çalakiyan de ne û got, “Heta encam bigirin em ê çalakiyên xwe bidomînin. Em li vir bi hemû xebatkarên partiyê û gelê xwe yê welatparêz re nobetê digirin. Gelê me piştgiriyê dide şaredariyên xwe û beşdarî çalakiyê dibe. Heta ku Şaredariya Colemêrgê paşve bê girtin em ê di nava çalakiyan de bin. Em bang  gelê xwe dikin ku vîna xwe biparêze.   'Heta qeyûm biçe dê têkoşîn bidome'   Hevseroka Navçeya Dêrikê ya DEM Partiyê Kadriye Akar jî diyar kir ku welatî her roj tên ber avahiyên şaredariyê û li baxçe nobetê digirin. Kadriye diyar kir ku bi sedan kes tevli çalakiya nobedê bûne û got, “Em dest ji doza xwe bernadin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin heta ku qeyûm biçe. Me şaredariya xwe bi îradeya gel girt û pêwîste gel vîna xwe biparêze. Em ê heta dawiyê çalakiya xwe bidomînin.  Divê gelê me jî bi hev re îradeya xwe biparêze. Heta ku Şaredariya Colemêrgê paşve vegerînin em ê têkoşîna xwe bidomînin."   'Em Kurd her hebûn'   Hevseroka Navçeya Şemrexê ya DEM'ê Zînet Çalim hilbijartinên herêmî bi bîr xist û anî ziman ku gund bi gund geriyan û di nava gel de xebitîne. Zînetê anî ziman ku ew li dijî qeyûmane û wiha got: “Şaredariyên me yên me ne. Em kurd her tim hebûne û me hebûna xwe parastiye, em naxwazin bên paşguhkirin. Em ê vîna xwe radestî wan nekin. Sibe em nebin jî zarok û neviyên me hene û dê vîna xwe biparêzin. Gelê me bi me re ye."