Li dijî Pakêta Darazê bertek: Ne ahlaqî û ne demokratîk e 2024-06-24 09:04:38     WAN - Berdevka Meclîsa Jinan a Şaredariya Rêya Armûşê Oznur Evîn bertek nîşanê sererastkirina der barê paşnav û kutuka jinan a di 9’emîn Pakêta Darazê ya ku desthilatdarî xwe amade dike bîne meclîsê, da û da zanîn ku ev ne nêzîkatiyeke ahlaqî û demokratîke.    9’emîn pakêta darazê ya desthilatdariyê amade kiriye û tê payîn ji meclîsê bê derbaskirin, destkeftiyên jinan hedef digire. Rêxistinên jinan bertek nîşanê pakêtê dan. Di pakêta ku mijara gotinê ye de yek ji sererastkirinên ku jin bertek nîşan didinê hedefgirtina destkeftiya paşnav  e.   Berdevka Meclîsa Jinan a Şaredariya Rêya Armûşê ya Wanê Oznur Evîn, der barê sererastkirina ku desthilatdarî dixwaze bike de nirxandin kir.   ‘Ev nêzîkatiyek ahlaqî û demokratîk nîne’   Oznurê wiha got: “Mînak di qanûna paşnav de du paşnav bikaranînê dadixînin yekê. Dibêjin bila jin paşnavê xwe bi kar neyne. Jin dîsa dikevin kutuka mêr. Jin dîsa dikevin bin serdestiya mêr. Em dikarin bêjin ku jinê bi giştî wek sazbûna sîstematîk a ku malbatê ligel hev digire, nîşan didin. Di vî alî de ger ku nêzîkatiyek bi edelet û hiqûqî bê nîşandan divê kutuka jinan neguhere. Heman demê de divê paşnavê jinan neguhere. Em dikarin bêjin ku ev nêzîkatiyeke ne ahlaqî û demokratîke.”   ‘Pergalek dijdemokratîk tê avakirin’   Oznurê di berdewamiyê de anî ziman ku di pakêta mijara gotinê ye de xalên der barê qeyûm de hene û wiha pê de çû: “Di gelek qadand e tayînkirina qeyûman 5 salan tê dîtin. Qeyûman dispêrin pergalekê û ev tê wateya ku hikûmet pergala desteserkirinê ya  dewetê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne. Qeyûm tê wateya tiştên ku bi zor bê bidestxistinê ye. Mantika ‘min negirt lê ez ê bi pergala dewletê bigirim.’Di vê mijarê de ji bo gelek şîrket an jî mijara tayînkirina qeyûman  wê mijara gotinê be. Em dikarin bêjin ku pergalek dij demokratîk tê avakirin.”   ‘Qeyûm tên qanûnîkirin’   Oznurê destnîşan kir ku di rewşa pakêt ji meclîsê derbas bibe wê tayînkirina qeyûman a ji bo şîrket û şredariyan hêsan bibe û ev ne tenê ji bo şaredariyên DEM Partiyê wê ji bo hemû şaredariyên din jî bibe xetereyek. Oznurê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di vê rewşê de wê mantika ‘yên ne ji me wê bibin ya me’ derkeve holê. Dema em li 9’emîn Pakêta Darazê binêrin divê em binêrin ka demokratîke an na.Bi vê pakêtê qeyûm tên qanûnîkirin.”   ‘Pakêtek pir alî’   Oznurê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em vê pakêtê pir alî dinirxînin. Guherîna paşnavê jinan û heman demê de qanûnîkirina qeyûman. Divê ev pir alî bê dîtin. Di pakêtê de dijdemokratîkbûn heye. Hemû ji bo qanûnirina qeyûmane. Di vir de tekelkirineke mijara gotinê ye.”