Leyla Kuday a bi Wezîrê Dadê re hevdîtin kir: Pirsgirêk tecrîd e 2024-06-23 09:04:59     Oznûr Deger   MÊRDÎN - Hevjîna girtiyê nexweş ê giran Abdulkadîr Kuday ê bi nexweşiya ALS’ê ye Leyla Kuday ku bi Wezîrê Edaletê re hevdîtin kir got, “Çavkaniya sereke ya hemû pirsgirêkan tecrîd e. Ger tecrîd rabe dê hemû pirsgirêk ji holê rabin. Em niha dixwazin dengê me were bihîstin."   Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî yên li girtîgehan di 27'ê Mijdara 2023'yan de ku di çarçoveya kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" dabûn destpêkirin, ji 4'ê Nîsanê û vir ve bi derneketina hevdîtinên malbat, telefon û nederketina dadgehê dewam dike. Xizmên girtiyan bi heman daxwazan çalakiyên xwe yên li ber girtîgehê, avahiyên AKP'ê û Wezareta Edaletê didomînin. Di çarçoveya çalakiya xwe de xizmên girtiyan di 12'ê Hezîranê de li Meclîsê bi Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç re hevdîtin kirin û rewşa girtiyan vegotin. Li gel xizmên girtiyan Safure Akin, Leyla Kuday, Gurbet Tekîn û Hulusî Taş parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Meral Daniş Beştaş, Alî Bozan û Newroz Uysal jî cih girtin.   Hevjîna Abdulkadîr Kuday ku nexweşê ALS (Skleroza Lateral Amyotrophic -  nexweşiya ku di encama zirara şaneyên demarî yên mêjî û stûyê stû de) pêk tê ku di girtîgehê de ye Leyla Kuday ji ajansa me re axivî. Leyla diyar kir ku  10 sal in raporên Abdullkadîr ên tenduristiyê hene û diyar dikin ku Kuday (45) bi tena serê xwe nikare bijî.   Abdulkadîr Kuday ê ji Çileya 2022'an û vir ve li Girtîgeha Tîpa R ya Metrîsê girtî ye û rewşa wî gav bi gav nebaş dibe, daket 41 kîloyan. Tevî ku Saziya Tiba Edlî (ATK) di 30'ê Cotmeha 2023'an de ragihandibû ku girtiyê nexweşê giran Abdulkadir nikare bi tena serê xwe bijî jî, Abdulkadir bi hinceta "ji bo civakê xeternak e" nehat berdan.   'Çi bû piştî emeliyetê bû'   Leylayê diyar kir ku hevjînê wê di girtîgehê de nexweş ketiye, çend sal berê dema li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Tekîrdagê bû hatiye emeliyatkirin û nexweşiya wî giran bûye. Leyla got, “Beriya emeliyatê tiştek wî tunebû. Lê çi bû piştî emeliyatê bû. Nizanim wan baş guh nedaye yan jî xemsarî wekî din jî hene, lê niha di rewşeke pir xerab de ye. Wî dev ji xwarin û vexwarinê berdaye. Ew nikare biaxive, nikare tiştek bike. Hefteyê carekê 10 deqeyan telefon dike. Hefteya borî dema telefon kir telefona wî qut bû. Dema me jê pirsî çima, got ku nikare biaxive û bêhna wî teng dibe, lewma neçar maye ku telefonê bibire. 10 deqeyan me tiştek fam nekir. Dema tu diçî nexweşxanê, dibêjin 'tiştek nîne' û wî dişînin girtîgehê an jî derman didin wî."   Ji Wezîrê Edaletê re qala hevjînê xwe yê bi nexweşiya ALSê kir   Leylayê diyar kir ku teşhîsa ALS ya salek berê hatiye kirin pêş ketiye û da zanîn ku dozger rapora doktor a “Nikare di girtîgehê de bimîne” qebûl nekiriye. Leyla da zanîn ku di 12’ê Hezîranê de ji bo hevdîtinê bi Wezîrê Dadê re ya daer barê tecrîd û rewşa girtiyên nexweş de çûne û got, “Min rewşa hevjînê xwe bi berfirehî ji wezîr re vegot. Min jê re got ku ew nekare têlefonê jî bikar bîne û ne jî xwarinê bixwe. Wan her tiştê ku me digot not digirtin. Piştî ku min axaftina xwe qedand got ku em ê piştî cejnê dîsa hev bibînin. Min jê re got ku rewşa hevjînê min pir acîl e û dibe ku em piştî cejnê nikaribin hev bibînin. Em saetekê axivîn. Me hemû pirsgirêkên xwe anîn ziman. Dayikan jî anî ziman ku ew 6 caran hatine Meclîsê lê wezîr destûr nedaye hevdîtinê. Wezîr got ku haya wî ji vê yekê nîne û niha em li benda civîna nû ne."   'Êdî dengê me bibihîzin'   Leylayê destnîşan kir ku ew ê di civîna pêş de tecrîdê û girtiyên nexweş binirxînin û xwest ku hevdîtin di zûtirîn demê de pêk were û encam bigire. Leylayê diyar kir ku pirsgirêka herî girîng tecrîd e û wiha got: “Çavkaniya bingehîn a hemû pirsgirêkan tecrîd e. Ger tecrîd rabe dê hemû pirsgirêk ji holê rabin.  Niha em dixwazin dengê me bê bihîstin. Em dixwazin wezîr jî dengê me bibihîzin.  Em dixwazin her kes di zûtirîn dem de ji girtîgehê derkeve. Em êdî naxwazin cenaze ji girtîgehan bên derxistin. Bila dema xwe ya dawî bi malbatên xwe re derbas bikin. Girtiyê nexweş dikare çi ji wan re bike? “Pêwîste her kes bibe dengê girtiyan.”