Çalakiya 'Deng bide azadiyê': Dê çalakî bidomin 2024-06-21 16:20:10       ÎZMÎR – Di çalakiya "Deng bide azadiyê" de hat diyarkirin ku şewatên dewam dikin, encama bêhiqûqiya tê kirinê ne. Di çalakiyê de ku li dijî qeyûman, tecrîd û binpêkirinên mafan peyama piştevaniyê hat dayîn de, hat gotin, "Heta ku em berpirsyaran derxînin holê em ê çalakiyên xwe yên li dijî van bêhiqûqiyan bidomînin."   Çalakiyên "Deng bide azadiyê" ku bi pêşengiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re a Egeyê (EGE-TUHAYDER) li Îzmîrê ji aliyê xizmên girtiyan ve hatin destpêkirin, dewam dikin. Tecrîd û binpêkirinên mafan ên li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî li ber Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Bûca Kiriklarê hatin protestokirin. Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê, Rêxistinên bajar û navçeyên Îzmîrê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), ANYAKAYDER, Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê, Jinart Huner û gelek xizmên girtiyan tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de gelek caran dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" hat berzkirin û pankarta bi dirûşma "Tecrîd sûcê mirovahiyê ye" û "Deng bide zindanan" hat hilgirtin.   Şewat encama bêhiqûqiyê ne   Rêveberê Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê û xizmê girtiyan Bahadir Altan li vir axivî û diyar kir ku ew ji bo bertek nîşanî encamên fermanên nehiqûqî yên li seranserê welat û bi taybet tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên li girtîgehan bidin, li hev civiyane. Behadir bal kişand ku şewata duh li gundên Şemraxa Mêrdîn  û Çinara Amd  derketiye, encama bêhiqûqiyê ye û wiha got: “Em dizanin ku çavkaniya şewatê stûnên ceryanê ku bi rêk û pêk nehatine kontrolkirin e.  Ji van têlan EDAŞ berpirs e. Di van şewatan de 10 welatiyên me jiyana xwe ji dest dan."   'Em ê çalakiyên xwe bidomînin'   Bahadir diyar kir ku ew berteka xwe li diî qeyûm û binpêkirina mafan bi piştevaniyê tînin ziman û got, "Em van bê hiqûqiyan qebûl nakin û heta ku ev bêhiqûqî bi dawî bibin dê têkoşîn bidome."    Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê ji bo 10 deqeyan hat lidarxistin û çalakî bi dirûşman bi dawî bû.