'Divê em li dora serokê xwe bibin xelek' 2024-06-21 09:05:51     Gulistan Gulmuş    COLEMÊRG – Li girtîgehan boykotkirina dadgehan û protestokirin hevdîtinên bi telefon û malbatê yên bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî ” li girtîgehan dewam dikin, jinan diyar kirin ku divê çalakî ji aliyê gelê Kurd ve werin berfirehkirin û gotin, “Li çar parçeyên Kurdistanê  divê di serî de dayik, hemû kurd destên xwe bidin hev û li dora serokê xwe bibin xelek."   Çalakiyên girtiyên siyasî yên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê ku di 27'ê Mijdara 2023'an de bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ji bo pirsgirêka kurd çareseriya siyasî destpê kiribûn, dewam dikin. Girtiyên ku yekem car çalakiya xwe bi grevên birçîbûnê yên dorveger li dar xistin, ji 4’ê Nîsanê û vir ve çalakiya xwe veguherandin qonaxeke nû. Girtî nêzî 3 meh in li girtîgehan dadgehan boykot dikin û telefonî malbatên xwe nakin û bi malbatên xwe re hevdîtinê pêk naynin.    Jinên Colemêrgê têkildarî tecrîd û berxwedana girtiyan axivîn.   'Serokê me em bi cîhanê dan naskirin'   Zekiye Yilmaz, diyar kir ku divê gelê Kurd doza xwe biparêze û got, “Serokê me di destê wan de ye. Dema girtî û di destê wan de be maf, hiqûq û edalet tune ye. Dibêjin 'tanq û topên me hene, Kurd dîlên me ne'. Serokê me em bi cîhanê dan naskirin. Em ê dest ji serokê xwe bernedin. Em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî li dijî van pêkanînan li ber xwe bidin. Bila gelê me rabe ser piyan û piştgiriyê bide vê dozê. Bila êdî ev zilm bi dawî bibe."   'Van cihan kirin qereqol û zindanan'   Emîne Alkiş tecrîda mutleq a li ser Abdullah Ocalan bi bîr xist û diyar kir ku nêzî 3 meh in ji girtiyên siyasî tu agahî nayên girtin û got, “3 sal in ne malbata wî, ne parêzerê wî û ne jî kesek din nikare hevdîtina Rêberê me bike. Em jî dixwazin ji wî bibihîzin. Dayikên çar parçeyên Kurdistanê, werin em destên xwe bidin hev û li dora doza xwe û serokê xwe bibin xelek. Ji ber ku em dayik in û aştiyê dixwazin. Em ji bo ziman û nasnameya xwe têdikoşin. Ev der cihê kurdan e. Van cihan kirin qereqol û zîndan. 3 meh in em agahî ji girtiyên xwe nayên. Divê dayik li kêleka dayikên girtiyan bin û têkoşînê bidomînin."   '50 roj in dernakevin hevdîtinê'   Asiye Tay, tecrîda li ser Abdullah Ocalan û kiryarên li ser girtiyan nirxand û got: “50 roj in girtiyên me ne derdikevin hevdîtina bi telefonê û ne jî derdikevin hevdîtina rûbirû. Em bang li dayikên hemû cîhanê dikin ku dawî li tecrîda li ser girtiyên me bînin. Em jî dayik in û dilê me dişewite. Divê hemû dayik destê xwe bidin hev û girtiyan biparêzin.  Em aştî û wekheviyê dixwazin. Mirov ji bo ku bijîn, ne ji bo ku bimirin, zarokan tînin dinyayê.”   'Berpirsiyariya herî mezin dikeve ser milê jinan'   Züleyha Çalman jî destnîşan kir ku divê herî zêde jin li dijî tecrîdê têbikoşin û sedema vê jî wiha vegot: “Helbet tecrîda ku îro li ser Rêberê me tê meşandin, li ser tevahiya civaka Kurd û gelên Rojhilata Navîn jî tê meşandin. Lewma pêwîste em li çar parçeyê Kurdistanê û li dîasporayê pêngaveke berxwedanê bidin meşandin. Berpirsiyariya herî mezin dikeve ser milê me jinan. Ji ber ku Prometheusê me yê ku em dîsa afirand, niha di bin tecrîdê de ye. Ji ber vê yekê divê em wî biparêzin. Divê her kurdek hesasiyet nîşan bide û berê xwe bide girtîgehan. Tenê bi vî rengî em dikarin berxwedana li zindanan xurt bikin. Ji bilî berxwedanê ti çareserî nîne."