Parlamentera EMEP'ê Sevda: Qeyûm amûrek şerê taybet e 2024-06-21 09:02:35   Melek Avci   ENQERE - Parlamentera EMEP'ê Sevda Karaca bi bîr xist ku Gelê Kurd ev demeke dirêj e ku mafê dengdanê û hilbijartinê nîne û got: "Divê em careke din bi bîr bînin ku polîtîkaya qeyûmê amûreke taybet e ku li dijî maf û destkeftiyan jinên kurd şerekî taybet dimeşîne."    Di 3’yê hezîranê de li Şaredariya Colemêrgê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) qeyûm hate tayînkirin û bertekên li dijî tayînkirina qeyûm li gelek bajaran didomin. Li gelek bajaran nobet hatin destpêkirin û çalakî hatin lidarxistin.    Parlamentera Partiya Kedê (EMEP) a Dîlokê Sevda Karaca ji ajansa me JINNEWS'ê re axivî û bal kişand ser berxwedana gel.    Çi asayî ye an ne asayîye?   Sevda, diyar kir ku di hilbijartinê de AKP darbeyek xwar û got: "Tabloya ku ji hêla gel ve hat danîn di nav AKP'ê de bû sedema nîqaşan. Di hilbijartinên herêmî de derket holê ku polîtîkayên ku îktîdara AKP'ê birêvedibir di nav gel de meşrûtiyeta vî nemaye. Nirxandinên wekî di nav AKP'ê de nîqaşek, nakokiyek, hewldaneke demokratîkbûnê heye lê MHP nahêle. Lê di rastiyê de AKP bi wan nirxandinan hewl dide ku gel û muxalefetê bixe nava bendevariyê, têkoşîna li kolanan tê dayîn asteng bike. Di pêvajoya derbasbûyê de Doza Kobanê û Geziyê di pêvajoya 1'ê Gulanê de binçavkirin û girtin, bincavkirina ciwanên ku ji bo Fîlîstînî li ber saziyên sermayedaran çalakî lidarxistin, ev yek fêmkirina ji pêvajoya asayîbûnê ye. Tabloya ku çi asayî ye û çi ne asayîye nîşan dide. Divê ev pêvajo bi du aliyan bê destgirtin, yek pirsgirêka sereke ya kurd, ya din jî xizaniya li Tirkiyeyê."   Talankirina dewlemendiya sererd û binerdê   Sevda, daxuyand ku bi taybetî piştî sala 2016'an îktîdara AKP'ê rejîma yekkesî xist meriyetê û hemû mafên demokratîk ji holê rakir û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bingeha vê ya hiqûqî jî gav bi gav bi rêxistin kir. Di vê navberê de di makeqanûnê de gelek guherînan jî pêk anî. Di nav meclîsê de êdî kapasîteya temsîliyeta gel paşve bir û pêvajoyeke bi vî rengî bi rêve bir. Di rêveberiya herêmî de ne tenê tayînkirina qeyûman gelek rêbazên zextê bikar anî. Pêvajoya ku hilbijartin û bijartinê li ser kaxezê bîmîne meşand. Çend hindûrê hilbijartinan vala kir jî ji bo meşrûtiyeta xwe encamên hilbijartinê ji xwe re wek rêje nîşan da. Ji xwe li vî welatî bi salan e kurd, karker, jin û kedkar xwedî li bijartin û hilbijartinê nînin. Betalkirina parlamenteriya siyasetmedarên kurd, cezadayîna siyasetmedarên kurd, nêzîkatiya li hemberî rêveberiyên herêmî. Hûn jî dizanin ku di pêvajoya ku herî zêde xizanî pêk hatî de Tirkiye di hêla sermayedarên netewî û navnetewî de, hemû dewlemendiya sererd û binerdê talan kir. Ji ber vê yeke ji bo AKP'ê rêveberiyên herêmî amûreke bingehîne di hêla sermayedarên navnetewî de."   Peşxistina berjewendiyan   Sevda, di axaftina xwe de wiha behsa Şirnex û Colemêrgê kir: "Li Şirnex û Colemêrgê gelek leşker hatin bi cih kirin û deng hatin bikaranîn. Li vir bi dek û dolab li hemberî gelê kurd hat lidarxistin. Ev der taybetmendiya vê heye. Niha ji bo hebûna xwe di Rojhilata Navîn de ispat bike, ji bo berjewendiyên xwe û berjewendiyên emperyalîzma Amerîkayê, li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Rojava û bakurê Iraqê gavên nû davêje. Ji aliyek hebûna xwe di nav navneteweyî de pêk bîne hesabên mayînde dike. Zextê li gel kirin, leşker anîn, qeyûm tayînkirin, bi şîdetê xwestin bi ser kevin. Lê belê nekarin li van herêman bi ser kevin. "   Li hemberî jin û zarokan siyaset..   Sevda, da zanîn ku îro tişta esasî tê kirin xespkirina vîna Gelê Kurd e û wiha bi lêv kir: "Em siyaseta qeyûm bi her avayî dinirxînin. Em carek din tîn bîra xwe qeyûm li hemberî destkeftiyên Gelê Kurd şereke taybet daye destpêkirin. Tevgera Jinên kurd bi têkoşîneke bi salan piştevaniya jinan mezin kir, sazî û dezgehên jinan vekir. Lê belê piştî polîtîkayên qeyûman her tişt hat serûbinî kirin. Sazî û dezgehên ku li dijî şîdeta jinan kar û xebat didan meşandin yek bi yek hatin girtin. Qeyûm jî bi polîtîkayên xwe jinan wek makîneyên welidînê nîşan da, jinê tune hesiband û wezîfeya koletiyê da jinan. Navendên piştevaniyê veguherand dibistanên zewicandinê. Gelek navendên jinan dewrê weqfan kir. Divê em bizanin ku bi tayînkirina qeyûman li hemberî jin û zarokan siyasetek tê meşandin. "