Bikaranîna ekolojîk a avê divê çawa be? 2024-06-20 09:03:41     Pelşîn Çetinkaya   AMED - Ekolojîst Çîlem Aydin der barê hejmara 5'em a Kovara Jiyana Ekolojîk a bi temaya “Av” de axivî û got, “Deşîfrekirina feraseta kapîtalîzmê û dewleta netewe ya ku her heyînekê vediguhere objeyeke bazirganiyê, girîng e. Li dijî vêya, feraseta xwezaya azad û civaka azad jî girîng e. Jiyanek bi xwezayê re çawa hevseng û yekgirtî be ewqas baş e. Me ji bo parvekirina vê yekê ya bi mirovên derdora xwe re esas girt."   Hejmara Kovara Jiyana Ekolojîk ya 5'em bi mijara “Av” derket. Di vê hejmarê de ku ji perspektîfa ekolojiya civakî ve hatiye weşandin de, "Xesandin û kirdekirina avê", "Rêveberiya avê ya aborî, ekolojîk û demokratîk divê çawa be?" derketin pêş.    Kovara Jiyana Ekolojîk, bi navê “Kovara Jiyana Ekolojîk” berhema xebateke kolektîf e ku hemû têkoşerên têkoşîna ekolojîk li Tirkiye û Kurdistanê dimeşînin dikarin xwe tê de îfade bikin û bi perspektîfa ekolojiya siyasî bi taybetî jî ji aliyê ekolojiya civakî ve weşanê bikin.    Ekolojîst Çîlem Aydin der barê hejmara 5'em a Kovara Jiyana Ekolojîk de nirxandinek kir.   Çîlem da zanîn wan di vê mijarê de destwerdana avê girtine dest û wiha got: “Hejmara yekemîn a kovarê ji bo ku ji ber erdheja dijwar bêhest nemîne di hejmara duyemîn de, me hejmara taybet a erdhejê, wêraniya ku ji aliyê çandiniya pîşesaziyê ve hatiye kirin, krîza çandinî û xurekan da zanîn. Di hejmara sêyem de, me mijara çandiniya ekolojîk û xwarinê vekir. Di hejmara çaremîn de me mijara enerjiyê bi hemû aliyên xwe nirxand û rêbazên enerjiya ekolojîk a demokratîk nîqaş kir. Di vê mijarê de destwerdana avê hat destgirtin. Bi taybetî li Dîcle û Firatê û bi taybetî jî li baskê Mezopotamyayê balê dikişîne ser desteserkirin û bazirganiya avê. Her wiha balê dikşîne ser pêvajoya qurbankirina avê ya ji bo polîtîkayeke kolonyal a bi hinceta enerjî û 'ewlehiyê'."   'Ava ku dewlemendiyeke jiyanî ye, bûye armanc '   Çîlem, diyar kir divê av bi perspektîfa ekolojîk, demokratîk û sosyalîst bê birêvebirin û got:" Em hewl didin helwesta li dijî girtina avê bi bendav, metre û lûleyan derxin pêş. Ava ku dewlemendiyeke jiyanî ye, bûye armanc. Me hewl da ku em bipirsin ka ev sermayeya girîng çawa bûye amûrek ji bo qezencê. Dema ku me hewl da ku van tiştan di hişê xwendevanan de derxîne holê, me gotarên cihêreng ên dewlemend ên li ser tecrubeyên têkoşînê, rê û rêbazên têkoşînê jî tê de bi cih kir."   'Me hewl da nîşan bidin ku jiyana civakî ya bi xwezayê re pêkan e'   Çîlem, da zanîn ku li dijî zîhniyeta desthilatdar ku destwerdana li xweza û qadên jiyanê dike, hewl didin nîşan bidin ku jiyaneke civakî ya bi xwezayê re aştiyane pêkan e û wiha got: “Deşîfrekirina feraseta kapîtalîzmê û netew dewletan girîng e. Me ji xwe re xwekî bingeh dîtiye ku em bi derdorên hesas re parve bikin ku jiyanek hevseng çawa be. Bi vê rastiya ku bêyî demokrasiyê ekolojîk ne pêkan e û bêyî ekolojîk jî demokratîkbûn ne pêkan e, em bi hemû têkoşerên ekolojiyê re hevgirtina feraseta demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê dikin siyaset. Em bang li hemû parêzvanên jiyanê dikin ku beşdarî kovara me bibin. Li hemberî hişmendiya desthilatdar ku destwerdana xwezayê û qadên jiyanê weke fezîlet dibîne, em hewl didin nîşan bidin ku jiyaneke civakî ya bi xwezayê re lihevhatî pêkan e."   Nexşeya bendavan   Di dawiyê de Çîlem, diyar kir ku wan di dawiya kovarê de nexşeyên bendavên mezin û biçûk ên li ser çavkaniyên avê yên li hewza Mezopotamyayê hatine çêkirin bi cih kirine û got, "Xwendevan bi dîtina vê yekê dikarin diyar bikin ku bendavên herêmê li ku ne."