Ji bo jinan banga têkoşîna birêxistinkirî 2024-06-18 09:02:25     Elfazî Toral   STENBOL - Berdevka SKM’ê Leyla Can, kuştinên jinan ên zêde bûne û polîtîkayên desthilatdariyê yên wekî ‘jina makul’ û ‘xurtkirina malbatê’ nirxand û got divê li dijî vê jin têkoşîna rêxistinkirî bimeşînin.   Li Kurdistan û Tirkiyeyê kuştinên jinan her roj her meh zêde dibin. Polîtîkaya bêcezahiştinê ya desthilatdarî û darazê, tundiya li ser jinê ji nedîtîve tê û daneyên qetilkirina jinan roj bi roj giran dibe. Li gorî daneyên ajansa me kom kirine di meha Gulanê de 34 jin û 8 zarok hatin qetilkirin, 18 jin û 2 zarok bi guman jiyana xwe ji dest dan. Desthilatdarî di nokteyeke ku jiyana jinan hedef digire de ye û jin jî li dijî van polîtîkayan têkoşîna xwe li her qadê didomîne.   Berdevka Meclîsa Jinan a Sosyalîst a Stenbolê (SKM) Leyla Can, der barê zêdebûna qetiklirina jinan de axivî.   ‘Gumanbar ji aliyê desthilatdariyê ve tên parastin’   Leylayê da zanîn ku jin li malê, kargeriyan, kolanê û her qada jiyanê tundiyê dibînin û got sedema vê jî polîtîkaya bêcezahiştinê ya desthilatdariya AKP-MHP’ê ye. Leylayê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Jin ne tenê li cihê dijîn, li her saziyê di bin xetereyê de ye. Leylayê wiha dirêjî dayê: “Selen Bîlgîn bi guman li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da û di bûyerê de navê Dr. Fatîh Akin derbas dibû. Jineke wek karkera paqijiyê ya li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Taksîmê dixebitî ji aliyê xebatkarên nexweşxaneyê ve bi awayekî sîstematîk destdirêjî lê tê kirin. Ev jî tê vê wateyê êdî tundiya mêr li her derê ye. Li nexweşxaneyên ku em tenduristiya xwe emanet dikin jî bi aşkera tundî tê kirin û gumanbar li wir ji aliyê destilatdariyê ve tên veşartin.”   ‘Desthilatdarî li hember jinan polîtîkayan dimeşîne’   Leylayê axaftina xwe wiha berdewam kir: “ Di meha gulanê de tenê 66 jin hatin qetilkirin. 30 jin dîrek ji aliyê mêran ve 20 jî bi guman hatin qetilkirin. Desthilatdariya AKP-MHP’ê polîtîkayên li hember jinan her diçe tund dike. Ji dema feshkirina Peymana Stenbolê qetilkirinên jinan her diçin zêde dibin. Niha êrîşî qanûna 6284'an dikin. Îro jî di bin navê xurtkirina malbatê de polîtîkayên li hember jinan dikin qanûn. Em di pêvajoyeke ku zemîna jinên makul tê avakirin de derbas dibin.”   Ji bo têkoşînê bang   Leylayê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku desthilatdarî bi polîtîkayên li hember jinan dimeşîne dixwaze jinan biçewisîne û wiha dawî lê anî: “Lê her carê jin zêdetir dengê xwe bilind dikin. Ji vir şûnde jî wê wisa be. Ji ber têkoşîna jinan yek ji îradeya herî xurt e. Têkoşîna jinan yek ji dengê herî xurt a li dijî bloka faşîst a AKP-MHP’ê ye.  Em li dijî van polîtîkayan banga rêxistinê li hemû rêxistinên jinan dikin ku di eniyên pêş de têbikoşin.”