Hevdîtina bi wezîr re vegot: Piştî cejnê soza hevdîtinê da 2024-06-17 09:04:29     Oznur Deger   MÊRDÎN - Yek ji dayikên ku bi wezîrê dadê Yilmaz Tunç re hevdîtin kir Gurbet Tekîn, diyar kir ku wezîr ew baş hewandine û soza ku wê piştî cejnê hevdîtinê bikin daye. Gurbetê wiha anî ziman: “Em ê piştî cejnê biçin. Ji bo rakirina tecrîdê em ê hevdîtinê bikin. Divê serokatiya me azad bibe. Heta ew azad nebe wê tiştek nebe. Em dayik wê ji bo serokatiya xwe daxwaza hevdîtinê bikin.”   Girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di çarçoveya kampanyaya navneteweyî ya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” de, di 27’ê Mijdara 2023’yan de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kiribûn. Girtiyên siyasî çalakiya xwe ji 4'ê Nîsanê ve bi nederketina hevdîtina rûbirû, redkirina hevdîtina bi telefonê û bi çalakiya nederketina dadgehan didomînin. Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyan jî bi heman daxwazê Nobeta Edaletê dabûn destpêkirin û wan jî anî qonaxek nû. Li gorî vê her hefte li ber girtîgehan, li ber avahiyên AKP û Wezareta Dadê daxwazên xwe tînin ziman, ji Abdullah Ocalan re azadiyê dixwazin.   Di 12'ê hezîranê de bi wezîr re hevdîtin kirin   Xizmên girtiyan ên Mêrdîn û Êlihê 12’ê hezîranê de çûn Enqereyê û bi Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç re hevdîtin kirin. Xizmên girtiyan Safure Akin, Leyla Kuday, Gurbet Tekîn û Hulya Taş tevli  hevdîtina li meclîsê pêk hat bûn û Meral Daniş Beştaş, Alî Bozan û Newroz Uysal tevli serdanê bûn.   Gurbet Tekîn a tevli hevdîtinê bû der barê hevdîtinê de axivî.   ‘Ger ne parçeyeke lîstikê be em baş hatin hewandin’   Gurbetê da zanîn ku ji bo hevdîtinê bi Wezîrê Dadê re bikin ji Mêrdînê çûne Enqereyê û got: “Me xwest tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin. 25 sal in di bin tecrîdê de ye û 39 meh in tu agahî jê nayê girtin. Fikarên me her diçin zêde dibin. Em der barê tenduristiya wî de agahiyê nagirin. Ji bo vê em çûn Enqereyê. Hinek hevalên me jî bi muşahîdên wezaretê re hevdîtin kir. Dayikên tevli hevdîtinê bûn wê meş pêk bianiyana. Lê destûr nedan meşê. Dayikan ev rewş protesto kirin. Çalakiya rûniştinê pêk anîn. Em çar dayîk çûn meclîsê. Wezîr em qet nedan sekinandin û qebûl kir. Ger ne parçeyek lîstikê be em baş hatin hewandin.”   Hevdîtin vegot   Gurbetê wiha dirêjî dayê: “Wezîr Yilmaz Tunç got cihê dayikan li ser serê wan e. Got deriyên me her tim vekirine. Axaftin erênî bûn. Daxwaza me pirsîn. Me got bila tecrîda li ser serokatiya me û zarokên me rabin. Me got zarokên me di çalakiya boykotê de ne. Me got zarokên me davêjin huncreyan û îşkence li wan tê kirin. Me got em nikarin biçin hevdîtinên zarokên xwe.”   ‘Em ê daxwaza hevdîtinê bikin’   Gurbetê di berdewamiyê de destnîşan kir ku hemû tiştên hatine gotin nîşe girtine û wiha pê de çû: “Wezîr got ji ber tevli Komîsyona Lêkolîna Mafê Mirovan a Meclîsê (ÎHÎK) dibe wê piştî cejnê bi wan re hevdîtinê bike. Beriya ÎHÎK’ê me hevdîtin pê re kir. Me behsa tecrîdê kir. Piştî me tevli ÎHÎK’ê bû got tecrîd tuneye. Ev gotinên wisa bi hêviyên me dilîze. Lê em hêviya xwe winda nakin. Em ê di têkoşîna xwe de bi israr bin. Em ê daxwaza hevdîtinê bikin. Çima destûr nadin CPT raporên xwe aşkera bike. Em êdî nikarin bi şev razên. Bila hinekî empatiyê ava bikin. Em ê piştî cejnê dîsa biçin. Çi ji destê me bê em ê bikin.”