'AKP-MHP wê nikaribe çareseriyê bide sekinandin' 2024-06-17 09:02:23     Melek Avci   ENQERE - Parlametnera DEM partiyê Meral Daniş Beştaş tayînkirina qeyûman û geşedanên dawî nirxandin û got AKP-MHP ji bo zêdetir winda neke dest bi dijminahiya li hember Kurdan kiriye û got: “Ji bo tabana xwe konsolîde bikin hewce bi globaliyê dibînin. Bi çi hewcedariya wan heye, bi derewan heye. Lê ez vê bêjim wê pêşî li çareseriyê negirin.”   Piştî ku qeyûm tayînê şaredariya Colemêrgê hat kirin û hevşaredar Mehmet Siddik Akiş ji peywirê hat girtin û ceza lê hat birîn, bertek didomin.   Parlamentera DEM Partî ya Erziromê Meral Daniş Beştaş ji JINNEWS’ê re axivî.   * Ev sê deme qeyûm tayînê îradeya gel tên kirin. Îradeya gel xesp dikin. Herî dawî li Colemêrgê hat jiyîn. Hûn van polîtîkayan çawa dinirxînin?   Gelek gotinên bên gotin hene. Bêguman girêdayê pisgirêka Kurd û newekheviya li Tirkiyeyê ye. Ev dijminahiya li hember Kurdan e. Me gelek carî got, hevşaredarên me û endamên meclîsa şaredariya me hene. Wek Tirkiyeyê li bajarên Kurdan jî hilbijartin tên kirin û namzet ji YSK’ê derbas dibin û tên hilbijartin. Di pêvajoya hilbijartinê de pêşbirkek adîlane pêk nehat. Li Colemêgê dewlet di dewrê de bû. Li hember me partî tune ne, em bi partiyan re nakevin pêşbirkê û tiştekî pir girîng e. AKP û MHP nelirêtiyan dike. Bi hezaran dehezaran hilbijêr anîn Colemêrgê. Nêzî 8 hezarî anîn Colemêrgê. Piranî ji van hêzên ewlehiyê ne. Piştî hilbijartinan wek zarokên ku bêjin ‘em nalîzin, em encamê qebûl nakin’.   Çav berdan mala me, ev faşîzm bi xwe ye      Ev mînakek dijminahiyê ya mezin e. Ez ji bo vê nabêjin hiqûqa dijmin jî. Ji ber bi dijminan re jî mertbûn heye. Xespkirina îradeya gel bi tu awayî nayê qebûlkirin. Tu aliyê wê yê rewa tuneye. Çav berdan mala me, ev faşîzm bixwe ye.   *Piştî hilbijartinan Tayîp Erdogan got ‘normalbûn, nermbûn’.  Serokwekîlên koma AKP’ê gotin ‘derdê me yê tayînkirina qeyûman tune. Lê qeyûm tayîn kirin. Erdogan sînyala wê bidomînin da. Hûn çi dibêjin?   AKP û hevkarê wê di 31’ê Adarê de têk çû. Li herêman desthilatdarî ket. Yek ji partiyên herî zêde bi ser ket DEM Partî bû. 78 şaredarî girt. Ger ku tehdîd, girtin, tirs, zext û biçavkirin tunebûna wê 150’yî zêdetir şaredarî yên me bûna. Li gorî min nav AKP’ê de rizandinek mezin heye. Bi hevkarê wê MHP’ê re jî pisgirêkên cidî li gorî min hene. Rejîma yek mêrî hebe em nikarin behsa demokrasiyê bikin. Em di partiya xwe de di vê mijarê de pir bi îdia ne. Em bi pêşhilbijartinan diyar dikin. Em biryarên xwe ji tabanê digirin. Lê bi wan re tiştekî wisa tune. Erdogan bê çi wisa dikin. Behsa nermbûnê dikin normalbûnê dikin lê tiştekî wisa tuneye. Ji ber winda kirin dest bi dijminahiya li hember Kurdan kirin. Hewcedariya wan bi çi hebe wê dike. Ji bo tabana xwe konsolîde bikin hewce bi globaliyê dibînin. Hewce bi derewan dibînin.   Lê ez vê bêjim nikarin pêşî li çareseriyê bigirin. Li holê normalbûnek tuneye. Di doza Kobanê de bi sedan sal ceza hatin birîn. Mijara girtiyên nexweş, girtiyên temenê wan zêde nehatiye çareserkirin. Erdogan talîmat daye, normalbûn tuneye. Ger normalbûn ev be bila normalbûn têk biçe. Em vê normalbûnê qebûl nakin.    *We jî behsa çareseriyê kir. Di rojên borî de Meral Akşener bi Tayîp Erdogan re hat ge hev. Ev ji bo neçareseriyê gav bû gelo?   Meral Akşener bi tena serê xwe karasetek e. Heta do Erdogan û AKP di axaftinên xwe de dixist bin erdê. Îro jî çawa ji serokatiya giştî veqetiya çû Qesrê. Ev bê hevsengî di dîrokê de kêm hatiye dîtin. Akşener pişta xwe daye partiya xwe û ew jî bi siyaseta xwe bawer nake.  Xuyaye axaftinê wê yên heta niha derew bûne. Ev ji bo serokatiyek giştî girîng e. Ev pêşketin bi rastî pêşketinên bi îbret in.   *Herî dawî  DEM Partiyê hilbijartina pêşwext anî rojevê. Piştre CHP’ê got gel hilbijartinê dixwaze. Tiştekî hûn dibêjin heye?    Îradeyeke ku encamên hilbijartinan ji holê rakiriye heye. Tayînkirina qeyûman tê wateya redkirina hilbijartinê. Ev desthilatdarî ji bo rayeyên di destê xwe de winda neke, hema wê neçe hilbijartinê, niha pozîysonek wisa tuneye. Lê em tu carê nabêjin ku bila hilbijartin nebe. Em her tim bixwe bawer in.