Li taxa Şêx Meqsûdê serdana goristanan hat kirin 2024-06-16 09:28:37     HELEB - Li taxa Şêx Meqsûdê ya bajarê Helebê serdana goristanên têkoşerên azadiyê hat kirin.   Îro li taxa Şêx Meqsûdê ya bajarê Helebê bi munasebeta Cejna Qurbanê bi pêşengiya Meclisa Malbatên Şehîdan serdana goristanên pakrewanan hat kirin. Li goristanên pakrewanan ên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê malbatên pakrewanan, saziyên taxê, komîn, meclis, partiyên siyasî amade bûn. Li ser goristanan piştî deqeyek rêzgirtinê gul danîn ser goristanan. Piştre girse derbasî qada pakrewan Ebo Şiya bûn. Li wir piştî axaftinan cejna malbatên pakrewanên hat pîrozkirin .   Dayik û xweşika pakrewan Emîne Esaf da zanîn ew ê li têkoşîna pakrewanan xwedî derkevin û wiha got:" Em Cejna Qurbanê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û li hemî hevalên di çeperên şer de pîroz dikin. Ji ber ku îro em ji axa xwe dûr in em nikarin weke berê serdana goristanên pakrewanan li Efrînê bikin. Li ser wê axa pîroz me bi hezaran cegera xwe kir qurban û sed dilovanî li giyanê wan ê pîroz be."   'Em dest ji xeta pakrewanan bernadin'   Di dewama axaftina xwe de Emîneyê wiha got:"Di dema destpêkê de cejin xwedî moralekî mezin bû. Me bi kêfxweşî pêşwazî dikir lê îro ji ber dûrbûna me ya ji axa welat, em êşê dikşînin lê dîsa jî em bê moral li hemberî dijminê ku me ji welat û pakrewanên me bi dûr xistî nakevin û heta ku dilopek xwîn di canê me de heye em dest ji xeta pakrewanan bernadin."   Bi hêviya sala bê cejin li Efrînê bê pîrozkirin   Di dawiya axaftina xwe de Emîneyê got ku hêviya wan a yekem û ya dawî ew e ku cejna bê li Efrînê li nava axa xwe pîroz bikin û herin goristanên pakrewan Refîq, Seydo û Avesta Xabur."