'Me bi jinan re zîhniyeta dagirker têk bir' 2024-06-10 09:03:33     Rojda Aydin-Neslîhan Kardaş   AGIRÎ - Hevşaredara DEM Partiyê Cemîle Duman ku li Avkevirê ji bo xizmeta jinan hat hilbijartin got, “Me bi jinan re zîhniyeta dagirker şikand.”    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan  (DEM Partî) di hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adarê de li navçeya Avkevirê  ya Agiriyê cara yekem li hemberî AKP'ê şaredarî bi dest xist. Di dîroka komara Tirkiyê de piştî ku DEM Partiyê bi rêjeya ji sedî 55,24’ê dengan cara yekemîn şaredarî bi dest xist, AKP’ê şikestineke mezin xwar. Di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de ne tenê gelê Kurd, Azerî û gelên ji gelek nasnameyên din dengên xwe dan DEM Partiyê û daxwazên xwe anîn ziman. DEM Partî ya ku şaredarî bi dest xist, li bajêr dest bi xebatên xwe kir, tê dîtin ku AKP'ê li navçeyê tu xebat ji jinan re nekiriye û derfetên kar ji jinan re çênekirine. Armanca Cemîle Dûman a hevşaredartiya Avkevirê ya DEM Partiyê hat hilbijartin ew e ku ji bo jinan xizmetê bike û ji bo wan qadên jiyana civakî peyda bike.     Hevşaredar Cemîle Dûman, ji ajansa me re li ser rewşa şaredariyê û xizmetên ku dikin û wê bikin axivî.   ‘Me herî zêde ji jinan deng girt’   Cemîleyê, da zanîn ku serkeftina DEM Partiyê ya li Avkevirê cara yekem di nava gel de coş û hêviyek mezin çêkir û destnîşan kir ku gel bi hêz û vîna xwe haydar bûye û bi vê hişmendiyê re kelecanek mezin di nava gel de çêbûye. Cemîleyê, wiha got: “Berê li vir bandora eşîrtiyê hebû, lê ji bo jinan cihekî pir girîng e. Dema ez nû hatim vir kar û xebatên jinan tune bûn. Bi du hevalên xwe yên jin re me xebatên taxan kir, me serdana esnafan kir û berî her tiştî em fêrî têkilîdanîna bi mirovan re bûn. Bi rastî, ev navçeyeke ku ez biyaniya wê me.  Lê dema min li civaka vêderê nêrî, şêwazeke kedxwariyê li vir serdest bû. Hem di aliyê îslamî û hem jî di aliyê zîhniyetê de me bi jinan re ev feraset şikand. Me vê yekê çawa şikand? Xebatên me yên hilbijartinê bi 8’ê Adarê re hevdem bûn û me got ku em ê 8’ê Adarê li derve li dijî zîhniyeta serdest a mêr pêşwazî bikin û di 8’ê Adarê de li qadê 300 jin li hev civiyan. Li vir derketina holê ya vîna jinan bersîveke baş bû.  Me jî bi awayekî cidî dengên jinan girt. Ev hem bi projeyan û hem jî bi destdayîna jiyana wan pêk hat. Ji ber ku jin ne tenê bi têkiliyên xwe yên bi malbat û cîranên xwe re tên pênasekirin, di heman demê de jin di qada giştî de jî xwedî dîtina xwe ye.”   ‘Pirsgirêka jinê ne nasnameyên din e’   Cemîleyê, anî ziman ku wan ne tenê ji kurdan, ji beşên cuda yên civakê û azeriyên Avekvirê jî deng wergirtine û bi lêv kir ku jinên ji netewên cuda DEM Partiyê ji aliyê civakî ve nêzî xwe dîtine. Cemîle, wiha domand: “Em bi projeyan  çûn cem jinan. Li vir tiştek li ser îstîhdama jinan tune bû, ji ber vê yekê em bi projeyên xwe yên li ser îstîhdama jinan, zarokan û bajêr çûn cem jinan. Projeyên me ne projeyên ewqas mezin in. Ev proje li gorî hewcedariyên cih bi xwe projeyên bingehîn bûn û evan projeyên me bandor kirin. Di rastiyê de pirsgirêka jinê ne tenê azerî, kurdbûn û nasnameyên din e. Ji bilî van hemûyan pirsgirêkek heye ku jin di bin navê çareseriya hevpar a van pirsgirêkan de bûne yek. Jin ji me bi hêvî ne. Em hîna jî bi jinan re di nav têkiliyan de ne. Niha em dixwazin bi jinan re di şahiyek weke hevdîtin û civînên biharê de werin cem hev. Jin dê bi zarokên xwe re bên, em ê bi piştrevaniyê tiştên mezin bikin. Ya herî girîng ew e ku tevgereke civakî ne ji jor ber bi jêr ve, bi wergirtina nêrînên jinan û şêwirkirina bi wan pêkan e.”   ‘Gelên herêmê weke baregeha dengan bi kar anîne’   Cemîleyê, diyar kir ku ji bo li şaredariyê lêkolîn bê kirin wan serlêdan kirye, lê hîn pisporek nehatiye şaredariyê. Cemîle, ku wan wek hevşaredar ligel hesabgira şaredariyê xebatên fîzîbîlîteyê pêk anîne û got niha bi qasî 20 mîlyon deynê wan heye. Cemîle, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lê di demên pêş de dê pispor û mufetîş werin û bi hatina wan re dê rewşa deynan zelaltir bibe. Ji ber ku AKP'ê hilbijêr û gelê herêmê weke baregeha dengan bi kar aniye û beriya hilbijartinê mehekê 10 karker ji bo şaredariyê girtine kar, lê ev 10 kes niha ji kar hatin derxistin. Her çiqas em ji vê rewşê ne kêfxweş bûn jî me ew derxist û me li çend cihan jî cihê kesan guhert. Niha li şaredariyê nêzî 60 xebatkar hene. Çi karê qadê be, çi karê şaredariyê be, em ê bi hev re bikin.”   ‘AKP’ê ji bo jinan tu tişt nekiriye’   Cemîleyê, da xuyakirin ku AKP’ê heta îro ji bo jinan tu xebatekê nemeşandiye û got ku tu cihên civakî tuneye ku jin ji xwe re demê lê derbas bikin.  Cemîle, da zanîn ku ne qadeke civakî û ne jî qadeke ku karibin hêza xwe derxin holê heye û wiha axivî: “Dema ku ez cara yekem hatim vir, min bala xwe da ku li vir du tiştên baş hene, ya yekem, pergala enerjiya rojê û ya duyemîn jî parkek û tiştek din tune ye. Berê perwerdeya xalîçeyê dane jinan. Belê, ew hûnera tevniyê hîn bûne, lê hemberê keda xwe tu carî negirtine. Li Avkevirê heman perwerdeya xalîçeçêkirinê ji bo jinan dê bidome. Em ê malzemeyan bikirin, jin bi keda xwe wê bi hev re tevbigerin û dahata xalîçeyan  jî li jinan were parvekirin. Di vir de jin bi rastî wê ne amadeker be, ji berdêla keda xwe wê zêdetir werbigire.”   ‘Hûner nebe nabe’   Cemîleyê, di dawiya axaftina xwe de got ew difikirin ku bazara keda jinan ava bikin û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Jinên li taxan bi piranî bi sewalkarî û karê destan re mijûl dibin. Li bazara keda jinan a ku em ê ava bikin, jin dê karibin berhemên xwe yên destkariyê, berhemên şîr û şîrê ku ji sewalan digirin bifiroşin. Di vir de armanc ew e ku jin zêdetir xuya bibe û jin bi keda xwe debara xwe ya aborî bike û li ser piyan bin. Li Agiriyê kargeheke tekstîlê heye. Em dixwazin livê derê jî kargeha tekstîlê ava bikin û ji Agiriyê hin jinan bînin vêderê da ku fêrî jinên vêderê jî bikin. Em difikirin ku ji bo ciwanan saziyek perwerdehiya taybet a belaş vekin. Ji ber ku rewşa xwendekaran bi rastî xerab e. Ji ber vê yekê, mixabin li vir yek xwendekarek ku xwe gihandiye dibistana amadeyî ya zanistî tune ye. Bi vî awayî, em ê potansiyela xwendekaran bi saziyên perwerdehiya taybet ên belaş eşkere bikin. Her wiha em difikirin ku ji bo ciwanan navendeke hûnerî vebikin. Ji ber ku hûner nebe nabe, ruhê civakeke bê huner kor dibe. Ji ber vê yekê jî bi baweriya min divê di her civakekê de hûner hebe û ji bo ciwan jêhatîbûna xwe derxin holê projeyeke me ya bi vê rengî heye.”