Garîp Yeşîl: Ji bo xizmetê bidin gel em ketin rê 2024-06-09 09:05:24     RIHA - Li Curnê Reş ku di 2’yê hezîranê de hilbijartin hatin nûkirin DEM Partî bi serket. Hevşaredara DEM Partiyê ya Curnê Reş Garîp Yeşîl wiha got: “Em ê bi tu awayî butçeya şaredariyê ji bo daxwaz û hewcedariyên xwe bikar neynin. Em ê butçeyê ji bo hewcedariyên gel bikar bînin.”   Li Curnê Reş di 2’yê hezîranê de hilbijartin hatin nûkirin û namzetên DEM partiyê Garîp Yeşîl û Serhan Paydaş 10 hezar û 730 deng girt û bi ser ket. Roja borî hevşaredaran mazbatayên xwe girtin û li Curnê Reş dest bi xebatan kirin.   ‘Coş û kelecanek mezin hebû’   Hevşaredar Garîp Yeşîl ku 45 salan şûnde ji kevneşopiya DEM partiyê hat avahiya şaredariya Curnê Reş, der barê xebatan de axivî. Garîpê destnîşan kir ku 2’yê hezîranê  ji bo Curnê Reş rojek dîrokî bû û wiha pê de çû: “Me îro şaredariya Curnê Reş girt. Me mazbatayên xwe girtin. Bi gelê me re coş û kelecanek mezin hebû. Em bi gelê xwe re hatin û me mazbatayên xwe girtin. Em kêfxwşein. Ji ber 45 salan şûnde em biser ketin.”   ‘Em ê bi gelê xwe re bimeşin’   Garîpê di berdewamiya axaftina xwe de ev nirxandin kir: “Di serkeftinê de para jinan pir mezin e. Jinan di xebatan de hewldanek mezin dan. Em ji bo xizmeta gel derkevin vê rê. Me bi piştgiriya gelê xwe û jinan bidest xist. Ev rastiyeke, Curnê Reş bi ser ket. Ev kêfxweşiyek mezin e. Em ê bi gelê xwe re di vê rê de bimeşin. Em çawa biçin şaredariyê em ê dest bi xebatên xwe bikin. Em ê dîsa biçin serdana gelê xwe. Em ê wan guhdar bikin. Em ê hemû gelê xwe ziyaret bikin. Piştre em ê dest bi xebatên xwe bikin. Hatin û çûyînên şaredariyê, deynê şaredariyê em ê bi gel re parve bikin. Wek tê zanîn hemû şaredariyên hatibûn girtin bi deyn hatibûn hiştin. Em ê vê bi gel re parve bikin. Piştgiriya gelê me ji bo me girîng e. Em ê li gorî serê xwe xebatan nemeşînin.”   ‘Armanca me dema pêş jî serkeftin e'   Garîpê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku wê butçeya şaredariyê ji bo xizmeta gel bikar bînin û got wê hilbijartinên dema pêş jî bidest bixin. Garîpê wiha dawî lê anî: “Em ê butçeya şaredariyê bi tu awayî ji bo hewcedariyên xwe bikar neynin. Em ê butçeyê ji bo xizmeta gel bikar bînin. Belê îro em bi serketin. Lê hedefa me ev e ku em dema pêş de jî biserkevin. Ji bo tercîha gelê me êdî bibe DEM Partî em ê têbikoşin.”