Xizmên Windayan di hefteya 800’emîn de civiyan: Em ê li pey doza xwe bin 2024-06-08 12:04:36     AMED - Xizmen Windayan ên di hefteya 800’emîn a çalakiya bi daxwaza “Bila winda bên dîtin faîl bên darizandin” hate lidarxistin de bang kirin û gotin: “Çi dikin bila bikin em dest ji vê têkoşînê bernadin. Em hestiyan û goran dixwazin.”   Çalakiya “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan di 31’ê Çileya 2009’an de daye destpêkirin di hefteya 800’emîn de ye. Ji bo çalakiya ku Xizmên Windayan 15 sal in bê navber didomînin, malbatên windakiriyan û parazvanên mafên mirovan ên li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolû ya navçeya Rezan a Amedê kom bûn, aqûbeta xizmên xwe yên hatine windakirin û faîlên kesên hatine qetilkirin pirsîn.   Di çalakiya vê hefteyê de çîroka Vasif Ozturk ê di 1’ê Hezîrana 1994’an de li gundê Comar ê navçeya Pasûr a Amedê hate binçavkirin û bi helîkopterê birin û careke din agahî jê nehate girtin hate xwendin.    Gelek sazî û dezgeh tev li çalakiya ku di hefteya 800’emîn de hate kirin. Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz ê li vir axivî, wiha got: “Bila ji kesên ku ev sûc e organîze kirine hesab were pirsîn. Ev kesên ku em wêneyên wan hildigirin di organizasyona dewletê de hatin kuştin. Me ev yek di dosyayên darizandinê de dîtin. Ji bo ku di rastiyê de hevrûbûnek çênebû ev doz hemû bi necezakirinê encam girtin. Em ê di her şert û mercî de vê têkoşînê bidomînin.”    Xwişka Mehmet Tekdag ê cînayeta kiryarên nediyar hate qetilkirin û Alî Tekdag ê di bin çavan de hate windakirin Îffet Tekdag a di çalakiyê de axivî, wiha bi lêv kir: “Hûn dizanin birayê min bi salan e winda ye. Goreke wî ku biçin ser jî nîne. Ez ê heta dawiyê li wan bigerim. Ez ê li hestiyên birayên xwe bigerim. Ez kengî di rêya Farqînê de biçim serê xwe di paceyê de derdixînim û dibêjim ‘Elî Elî birê min tu min dibînî lê ez te nabînim, serê xwe derxe li xwişka xwe mêzeke’. Dewlet dizane li ku ye. Lê cihê gorê nîşanî me nade. Em heqê xwe li dewletê helal nakin.”   Hevjîna Alî Tekdag, Hatîce Tekdag jî anî ziman ku bi şûjin, ceyran û kuçikan îşkence li hevjînê wê hatibû kirin û got: “Elî 19 caran hate binçavkirin, cara 20’emîn de hate windakirin. Em cenazeyê xwe, hestiyên xwe dixwazin. Zarokên min êtîm man. Îşkenceya min û zarokên xwe dîtin kesê nedîtin. Ez jî birim ser rêya Xana Axparê li newalekê, û pirsa ‘çima tu derdikevi televizyonan û pirsa Elî Tekdag dikî, em ê te jî bikujin û bişînin cem Elî Tekdag, Mihemed û Mistefa. Heta ku sax bin, heta ku cenaze û hestiyên xwe nebînin em dest ji vê têkoşînê bernadin. Bila derxin holê, em hestiyên xwe gorên xwe dixwazin ka bi ku ve birin, derxin holê. Heta ku ez zarokên xwe sax bin em ê li pey doza xwe bin.”   Hevjîna Vasif Ozturk ê çîroka wî dê bê xwendin, Lahiya Ozturk jî wiha got: “Ji wê rojê ve em li hestiyên wî digerin. Heta ku sax bin em ê li pey hestiyên xwe bin. Em dixwazin goreke wî hebe. Em 30 sal in li pey doza xwe ne.”   Dû re endama Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD’a Amedê Berfîn Elçî çîroka Ozturk xwend.    Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.