Li Colemêrgê çalakî: Em gelê xwe tenê nahêlin 2024-06-07 14:20:22   COLEMÊRG - Berxwedana ku li Colemêrgê li dijî desteserkirina îradeyê dest pê kir kete roja 5’an. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgûn Uçar  got, “Ev cezayên ku didin me  îspata  tundiya AKP’ê ye. Em gelê xwe bi tenê nahêlin."    Berxwedana ku li Colemêrgê li dijî desteserkirina îradeyê dest pê kir kete roja 5’an. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgûn Uçar û parlamenteran îro jî li navenda bajêr esnaf ziyaret kirin. Çîgdem û kesên pê re ku esnafên li Kolana Kayacanlar ziyaret kirin bi çepikan hatin pêşwazîkirin. Çîgdem li vir agahî da esnafan û got, “Gelê Colemêrgê bi îradeya xwe hevşaredar hilbijart. Lê hevşaredarê me binçav kirin, ceza lê birîn û girtin. Ev cezayên ku li me tên birîn îspata hikûmeta AKP'ê û tundiya wê ye. Em ê bi hevşaredarên xwe re xizmetê ji gelê xwe re bikin. Ger dengê me yek be, em dikarin wen bişînin. Hevşaredarên şaredariyê yên ku gel hilbijêrin ew in. Heta demokrasî û azadî neyê em ê nesekinin. Em kesekî ku me nas neke nas nakin. Em gelê xwe bi tenê nahêlin."   Li aliyê din esnafan nerazîbûna xwe ya ji tayînkirina qeyûm anîn ziman û diyar kirin ku divê her kes bi erka xwe ya ji bo îradeya xwe derkeve kolanan. Piştre hevserok û parlamentan li taxan jî serdan kir.