‘Ev lîstikên qirêj ên AKP û MHP’ê ne’ 2024-06-07 09:03:43     Pelşîn Çetînkaya-Gulistan Gulmuş   AMED - Piştî qeyûm tayînê şaredariya Colemêrgê bû li ber şaredariyên DEM Partiyê çalakiya rûniştinê hat destpêkirin. Jinên di çalakiyê de cih girtin diyar kirin ku qeyûm pêkanînek taybet a li ser îradeya Kurdan e û ev peyam dan: “Wê di lîstikên xwe yên qirêj de bifetisin.”   Bi destê wezareta karê hundir a AKP’yî di 3’yê hezîranê de hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş hat binçavkirin û piştre jî qeyûm tayînê şûna wî hat kirin. Li dijî vê protesto didomin û duh jî 19 sal û 6 meh ceza li Siddik Akiş hat birîn. Li Kurdistan û Tirkiyeyê li dijî biryarê bertek her diçin zêde dibin, berxwedan didomin. Li Amedê li ber şaredariya Peyasê berxwedan didome. Endamên meclîsa şaredariyê ku beşdarî çalakiyê bûn, banga xwedîderketina li îradeyê li gel kir.   ‘Gelê Fîlîstînê diparêze lê welatê xwe wêran dike’   Jina bi navê Hatîce Guneş da zanîn ku dewletê 3 caran qeyûm tayînê ser kesên ku ew hilnebijartine kiriye û wiha pê de çû: “Carek din dest danîn ser şaredariyê. Hilbijartin dibin, gel dibêje em we naxwazin. Gel dibêje ‘Ez îradeya xwe dixwazim.’ Lê dîsa jî şerm nakin û qeyûm tayîn dikin. Wê demê çima hilbijartin tên kirin. Ji cîhanê re dibêjin em demokrat in û hilbijartinê dikin. Lê îradeya gel li ber çavan nagirin. Ger ku hinek şerma wan hebe wê îradeya gel şûnde bidin. Bila hevalên me berdin û bila hevalên me bên ser peywira xwe. Divê gelê tirk jî vê qebûl nekin. Ev zilm e. Gelê Fîlîstanê diparêzin lê welatê xwe wêran dikin.”   ‘Bila kes vê rewşê qebûl neke’   Hatîceyê di berdewamiyê de ev tişt bi lêv kir: “Sedema tayînkirina qeyûm a ji bo şaredariya Colemêrgê, welatparêziya gelê Colemêrgê ye. Bi van pêkanînan nebza gel dipîvin. Dibêjin ji vir deng dernekeve wê li herêmên din jî deng dernekeve. Her tim zilmê ligel dikin. Divê gelê Colemêrgê vê qebûl neke. Wê xwedî li şaredariya xwe derkevin. Divê tu kes vê rewşê qebûl neke.”   ‘Qanûn, hiqûq û edalet tune ye’   Zahîde Kutlu jî destnîşan kir ku ancax îktidar bi xesp û nelêrêtiyê bên rêveberiyê û wiha pê de çû: “Gel hişyar bûye. We nas dike. AKP şaredariyên bi dest nexistiye dixwaze wisa biçewisîne. Lê çi dikin bila bikin wê gel tercîha xwe bike. Li Tirkiyeyê qanûn, hiqûq û edalet tune ye.”   ‘Ev lîstikên qirêj ên AKP û MHP’ê ne’   Fatma Azak jî bertek nîşanê tayînkirina qeyûm da û wiha anî ziman: “Qeyûm ne tenê ji bo şaredariyê li dijî gelê Kurd hatiye tayînkirin. Em vê zilmê qebûl nakin. Ev lîstikên qirêj ên AKP-MHP’ê ne. Wê rojekê di van lîstikan de bifetisin. Em ê jî neyên van lîstikên qirêj. Em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê li berxwe bidin, serkeftin a me ye.”   ‘Lîstikên wan vala derketin’   Melîha Gurluk jî wiha nêrînên xwe bi lêv kir: “Li ser Kurdan heta îro gelek lîstik hatin lîstin. Lê hemû jî vala derketin. Li Colemêrgê şaredariya me hat desteserkirin. Ev xesp li hember Kurdan hatiye kirin. Heta niha gelek lîstik û plan kirin lê vala derketin. Ewil ji Wanê dest pê kirin. Lê bi ser neketin. Em ê Colemêrgê jî şûnde bigirin. Me dest bi nobetê kiriye. Em dest ji têkoşînê bernadin.”