Serhildana li dijî qeyûm dewam dike 2024-06-05 16:22:36     COLEMÊRG - Li Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş 19 sal û 6 meh cezayê hefsê hate birîn. Li ser vê yekê li bajêr dîsa protestoyan dest pê kir. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari wiha got: "Qesrê li dijî gel şer îlan kir. Darbeya AKP'ê hate tomarkirin."   Li Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş ê li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê hate darizandin 19 sal û 6 meh ceza hate birîn. Dadgehê her wiha biryar da ku Akiş were girtin. Piştî biryarê protestoyên li bajêr dîsa dest pê kirin.    'Qeyûm xespa vînê  ye, qeyûm darbe ye'   Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari wiha got: "Qesrê li dijî gel şer îlan kir." Hatîmogûllari destnîşan kir ku Akiş rûmeta gelê kurd û gelên Tirkiyeyê ye û got: "Qeyûm xespa vînê  ye, qeyûm darbe ye. Darbeya AKP'ê hate tomarkirin."   Leyla Zana li Colemêrgê ye    Siyasetmedar Leyla Zana û Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li ber nexweşxaneyê daketin û hatin avahiya bajêr. Li vir bi gel re bi dirûşmên "Colemêrg ranezê li îradeya xwe xwedî derkeve","Wê Colemêrg ji faşîzmê re bibe mezel","Zext nikare serî bi me bide tewandin" meşiyan. Welatiyên li derve jî bi tilîlî û çepikan tevli meşê bûn.    Hemû kuçeyên bajêr hatine dorpêçkirin û hejmara leşkerên li ber edliyeyê hatin zêdekirin.