Li Stenbolê berteka li dijî qeyûm: Ev ne tenê pirsgirêka kurdan e 2024-06-05 10:22:02     Rozerin Gultekin- Elfazi Toral   STENBOL - Jinan bertek nîşanî tayinkirina qeyûm a şaredariya Colemêrgê dan û wiha gotin:"Qeyûm ne tenê li Kurdistanê ji bo gelên Tirkiyeyê jî pirsgirêk e. "   Di 3'yê Hezîranê de polîsan bi ser Şaredariya Colemêrgê ya ji aliyê DEM Partiyê ve hatibû bidestxistin de girtin. Hevşaredar Mehmet Siddik Akiş hat binçavkirin. Wezareta Karê Navxweyî bi daxuyaniya da diyar kir dozên Mehmet Siddik ên bi îddiayên "endamtiya rêxistinê","propagandaya rêxistinê" dewam dikin hene û diyar kir Mehmet Siddik ji peywira xwe hatiye bidûrxistin. Wekî qeyûm walîyê bajêr Ali Çelik hat tayinkirin. Li gelek cihan li dijî tayinkirina qeyûm bertek hatin nîşandan. Hem li Colemêrgê hem jî li gelek bajaran biryara çalakiyan hat girtin.    Têkildarî mijarê me mîkrofona xwe dirêjî jinan kirin. Jinan diyar kirin divê li dijî polîtîkayên qeyûman bên sekinandin.    'Dijminatiyê bi qeyûman didomînin'   Endama Piştevaniya Jinan a Kirkyama Tulay Korkutan, wiha got:"Qeyûm tayînî ser îradeya gel dikin. Ji aliyê faşîzma dewletê ve qeyûm tê tayinkirin. Me dît qeyûman di nava pênc salan de dahatên şaredariyê hemû ji xwe re xerc kirine. Sedema qeyûman xespkirina îradeya gel û dizîya pereyê gel e. Di dema qeyûman de gelek deyn ji şaredariyan re hat hiştin. Îktidar dijminê kurd, jin û xwezayê ye û vê dijminatiyê bi qeyûman re dewam dike. Li Wanê gel bi serhildanê ketin pêşiya xespa îradeyê wê li Colemêrgê jî wiha be. Qeyûm di heman demê de jî êrişî îrade û destkeftiyên jinan kir. DEM Partî ji bo wekheviya zayendî hemû derfetên xwe bi kar tîne. Qeyûm dijminê vê yekê ye. Li dijî xespas îradeyê serhildaneke cidî heye. Gelê kurd çawa bi îradeya xwe hevşaredarên xwe hilbijartin wê wiha qeyûm jî bişînin. Divê Stenbol Enqere û Îzmîr jî deng derxe. Qeyûm êrişa li ser demokrasî û edaletê ye. Li dijî xespa qeyûman divê gelên Tirkiyeyê deng derxin."   'Kesek nikare îradeya me xesp bike'   Hevseroka Şaxa Komeleya Elewiyan a Demokratîk (DAD) a Stenbolê Berna Guzel Gunduz, jî wiha got:"Sîstemê hilbijartinên 31'ê Adarê hezim nekir. Li dijî îradeya gel bêrêziyeke mezin heye. Hevşaredarekî bi dengê gel hatiye ser bi derewan ji peywirê tê dûrxistin. Nîşan dan ku hiqûq tune ye. Em binçavkirina hevşaredarên xwe qebûl nakin em vê şermezar dikin. Kesek nikare îradeya me xesp bike. Bila avahiyên me yên xesp kirine terk bikin."   'Em dikarin wekî li Wanê li dijî xespkirina îradeya xwe bisekinin'   Seroka Partiya Kedê (EMEP) ya Şişliyê Hazan Ilik, da zanîn tayinkirina qeyûman xespkirina mafê hilbijartinê ye û got:"Rêveberiya yekzilamî dixwaze Tirkiye bibe welatekî anti-demokratik. Wiha dikeve pêşiya piştevaniya gelan. Qeyûm ne tenê li Kurdistanê ji bo gelên Tirkiyeyê jî pirsgirêk e. Divê em tucarî destûrê nedin hewldanên kriminalizekirinê. Em banga têkoşîna hevpar dikin. Em dikarin wekî li Wanê li dijî xespkirina îradeya xwe bisekinin."   Şukran Ozturk da zanîn ew ê heta dilopa xwîna xwe ya dawiyê mafê xwe biparêzin û got:"Ez tayinkirina qeyûman a li Colemêrgê şermezar û lanet dikim. Em mafê xwe dixwazin. Em ê îradeya xwe biparêzin."