‘Muxatabê çareseriya pirsgirêka Kurd Birêz Ocalan e’ 2024-06-05 09:06:27   WAN- Gulcan Kaçmaz Sayyigit xwendinên jinan yên der barê tecrîdê ku li Wanê hatiye kirin axivî û da zanîn ku polîtîkayên tecrîdê bandor li ser hemû gelên Tirkiyeyê dike.   Tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê ku 39 meh in tu agahî nayê giritn her diçe giran dibe. Li  girtîgehan çalakiyên bi boykotan didomin. Di çarçoveya kampanyaya ‘ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêk kurd re çareseriya siyasî’ çalakiyên xwendina nivîsên Abdullah Ocalan pêk tên û tevlibûna ji bo xwendinan gelek zêde ye. Li gelek bajaran xwendin didomin û li Wanê jî pêk hat. Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît der barê tecrîdê û bernameyên xwendinê de ji ajansa me re axivî.   ‘Cezayên dîsîplînê ne hiqûqî ne’   Gulcanê da zanîn ku 25 sal in li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan polîtîka tecrîdê tê meşandin û 39 meh in jî tu agahî jê nayê girtin. Gulcanê wiha got: “Ev tecrîda giran, nahêlin malbat û parêzer hevdîtinê bi Birêz Ocalan re bikin. 3 an jî 6 mehan carê cezayên dîsîplînê didin. Ev ceza tu aliyê wê yê hiqûqî tune ye. Ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Birêz Ocalan û tecrîda li girtîgehan bê şikandin em xebatan dimeşînin. Li girtîgehan greva birçîbûnê hat destpêkirin. Wek tê zanîn grev di 4’ê Nîsanê de veguherîn boykotê. Dayik jî li derve çalakiyan didomînin. Armanca van çalakiyan çareseriyeke mayînde û aştiyane ye. Divê ji bo çareseriyê beriya her tiştî tecrîda li ser Birêz Ocalan bê şikandin.”   ‘Zîhniyeteke ku ji aştiyê ditirse li pêş me ye’   Gulcanê her wiha bi lêv kir ku ew bi zîhniyeteke ku ji aştî û wekheviyê ditirsin re rû bi rû ne û wiha pê de çû: “Paradîgma ku Birêz Ocalan daniye holê ne tenê ji bo Kurdan ji bo hemû gelan ji bo hemû Rojhilata Navîn û gelên cîhanê model e. Ev model jiyaneke wekhev û azad esas digire. Lê mixabin em bi zîhniyeteke ku ji aştiyê ditirsin re rû bi rû ne. Daxwaza me û dayikan pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk bê çareserkirin. Em hewl didin çalakiyên cur bi cur pêk bînin. Meşa Azadiyê lingekî vê bû. Dayikan da destpêkirin û niha jî li ber girtîgehan di çalakiyê de ne.”   ‘Divê qada bandorê berfireh bibe’   Gulcanê balkişand ser bernameyên xwendinên jinan û wiha nirxandina xwe domand: “Şikandina tecrîdê û bi rêbazên aştiyane çareserkirina pirsgirêka Kurd ji bo me girîng e. Gel çi difikire, gel di vê nokteyê de çi dixwaze. Divê qada bandorê bê berfirehkirin. Divê em xwe bigihînin girseyên hîn berfireh.”   ‘Divê CPT peywira xwe bîne cih’   Gulcanê destnîşan kir ku tu mafdariya vê dijhiqûqiya ku tê kirin tune ye û wiha bi lêv kir: “Ev hiqûq ne li gorî destûra bingehîn û peymanên navneteweyî ye. Divê ev bê teşhîrkirin. Divê hemû rêxistinên qada navneteweyî îtîraz bikin, bertek nîşan bidin. Belê carnan bertekên qels dertên holê lê mixabin encamê nadin. Divê bi taybet CPT peywira xwe bîne cih. Şerê tê jiyîn tenê zirarê nade gelê Kurd, bandor li hemû Rojhilata Navîn dike. Em bang dikin ku ev şer demildest bidawî be, ev tecrîd bê rakirin. Armanca me ev e ku mafên me bê dayîn. Li gorî me jiyaneke wekhev a bi hev re pêkan e.”