‘Em ê xwedî li îradeya gel derkevin’ 2024-06-05 09:03:57   Rabîa Onver   COLEMÊRG- Jinên li Colemêrgê li dijî tayînkirina qeyûman a ji bo şaredariya Colemêrgê dest bi nobetê kirin wiha gotin: “Divê demildets ji vê şaşiya hatiye kirin vegerin. Em ê xwedî li îradeya gel derkevin û em ê li dora hevşardarên xwe bibin xelek.”    Hevşaredarê Paritya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) yê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş ji aliyê wezareta karê hundir ve ji peywirê hat girtin û waliyê bajar Alî Çîçek weke qeyûm tayînê şaredariyê kirin. Piştî vê li gelek bajaran çalakiyan destpê kir. Li Colemêrgê bi tevlibûna hevserokên rêxistinên DBP’ê, parlamenterên DEM partiyê û  3 hevşaredarên bajarên mezin  li navenda Colemêrgê meş pêk hat. Li du kolanên bajar seranser meş pêk hat û girse li Kolana Bulvanê li  Walîtiyê det bi çalakiya runiştinê kirin.  Qedexeyên bernameyan ya 10 rojan hincet nîşan dan û ji bilî parlamenteran nehiştin kes tevli çalakiyê bibin.   Hevşaredara Bajarê mezin a Wanê Neslîhan Şedal û parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal ya di nobetê de cih girtin û heta sibehê nobet domandin, nirxandin kirin.   ‘Ev sê deme îradeya gel tê xespkirin’   Hevşaredara bajarê mezin a Wanê Neslîhan Şendal da zanîn ku ev sê deme îradeya gelê Kurd tê xespkirin û wiha pê de çû: “Li dijî vê xespkirina îradeyê em bi tu awayî vê wek pêvajoya normalkirî nabînin. Li dijî tunekirina îradeya gelê Kurd xespkirina mafê Kurdan em mafê xwe yê demokratîk bi kar tînin û îro ji bo vê li vir in. Ev sê deme em bi vê dijhiqûqiyê re rû bi rû ne. Ev ne zîhniyeteke sê deman e ev bi sesalane didome. Li hember Kurdan sedsale polîtîka înkar û îmhayê heye. Ev jî berdewama vê polîtîka tunekirinê ye.”   ‘Em ê xwedî li îradeya gel derkevin’   Neslîhanê di berdewamiyê de wiha anî ziman: “Gel ji bo xwedî li îradeya xwe derkeve di nobeta edeletê de ye. Em li vir ji bo xwedî li îradeya gel derkevin di nobetê de ne. Wê çalakiyên me bidomin. Em carek din ji vir destnîşan dikin ku bila gel xwedî li bajarên xwe, hevşaredar û îradeya xwe derkeve. Bila li hember îradeya gel rêzdariyê bizanibin. Divê demildest ji vê şaşiyê vegerin. Em ê li dora hevşararên xwe bibin xelek û xwedî li îradeya gel derkevin.”   ‘Bila gel li dijî xespkirina îradeyê bêdeng nemîne’   Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal jî der barê mijarê de nêrînên xwe anî ziman û got duh ji saetên  sibehê heta niha di serî de li Colemêrgê û gelek bajaran çalakî pêk hatine û wiha bi lêv kir: “Li gelek bajarên Kurdistanê çalakî û bertek tên nîşandan. Em li virin. Em di nobetê de ne û em ê nobetê bidomînin. Tevî îradeya Colemêrgê niha dora me hatiye girtin û hewl didin me asteng bikin. lê tevî hemû astengiyan em li vir in. Bi tevlibûna hevserokên giştî yên DEM partiyê em ê daxuyaniyekê bidin. Em bang li hemû kesî dikin ku li dijî xepskirina îradeyê dengê xwe bilind bikin.”