Li şaredariyan gel di nobetê de ne 2024-06-04 18:59:56   NAVENDA NÛÇEYAN - Li dijî tayînkirina qeyûm a li şaredariya Colemêrgê, li şaredariyên DEM Partiyê yên li Kurdistanê çalakiyên nobetê hatin destpêkirin. Gel bi dirûşmeyên ‘zext nikarin serî bi me bidin tewandin’ berdewamiya xwe didomînin.   Hevşaredarê Colemêgê Mehmet Sidik Akiş hatibû binçavkirin û piştre jî qeyûm tayînê şûna wî hat kirin. Piştî vê li şaredariyên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) çalakiyên nobetê hatin destpêkirin.   Amed    Li şaredariya bajarê mezin a Amedê, şaredariyên navçeyên wê yên Peyas, Rezan, Bajarê Nû, Sûr Û Bismilê nobet hatin destpêkirin. Hevşaredar, rêveberên DEM Partî û DBP’ê yê navend û navçeyan û gel beşdarî çalakiyê bûn.      Sêrt   Li avahiya şaredariya Sêrtê jî pankarta ‘şaredarî yên me ne nû nikarin xesp bikin’ hat daliqandin. Hevşaredar Sofya Alagaş û Mehmet Kaysî , parlamenter Sabahat Erdogan û welatî tevli bûn. Her wiha li şaredariyê Misirc û Ziyaretê jî çalakî hatin destpêkirin.   Êlih   Li Êlihê jî bi dehan kes li ber avahiyên şaredariyê haitn gel hev û dirûşme berzkirin.Bendewariya gel didome.