'Ger jin azad bin wê civak jî azad be' 2024-06-04 13:57:16   STENBOL - Meclîsa Jinan a DEM Partiyê bi dirûşma "Ji Kobanê heta Geziyê em ji bo edalet û azadiyê tên gel hevdu" forumê li dar dixe. Di forumê de Gultan Kişanak got:"Ger jin azad bin wê civak jî azad be."   Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Parti) bi dirûşma "Ji Kobanê heta Geziyê em ji bo edalet û azadiyê tên gel hevdu" li eywana dawetê ya La Bella forumê li dar dixe. Gultan Kişanak, Sebahat Tuncel, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), nûnerên rêxistinên jinan û nûnerên partiyên siyasî tevli forumê dibin.    Wêneyên jinên siyasetmedar ên girtî li ewyanê hat daliqandin.    Gultan Kişanak û Sebahat Tuncel dema ketin hundur jinan ew bi dirûşma "Jin jiyan azadî" pêşwazî kirin.    'Em jin encax vê îktidarê bidin sekinandin'   Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halide Turkoglu wiha dest bi axaftina xwe kir:"Em wekî jinên heta niha qad terk nekirine di vê hevdîtinê de bersiva pêwist didin. Îktidar dixwaze jinên çongê datîne biafirîne lê belê jin serî natewînin. Hevalên me yên di girtîgehan de di bin esaretê de tên girtin hene. Me soz dane wan. Di şexsê Figen Yuksekdag de gotinek heye wê gotina dawî kesên li berxwe didin bikin. Gotina wê dawiyê heye û ya me jî ya dawiyê heye. Em ê gotina dawî ya herdu dozên dîrokî bikin. Dixwazin têkoşîna me biqedînin lê belê em ê çalakiyên xwe wekî azadiyê ava bikin. Doza kompasê ya Kobanê û ya Geziyê û qeyûmê tayînî Colemêrgê hat kirin ne ji hev cuda ne. Ev gefan li aştiya vî welatî dide xwarin. Ew ê gotina dawiyên jin bikin ew ê gotina dawiyê kesên serî hildidin bikin."   'Ger em gotina xwe bikin em ê tariyê belav bikin'   Piştre Gultan Kişanak mafê axaftinê girt û got:"Tayinkirina qeyûmê li Colemêrgê nîşaneya qeyrana demokrasiyê ye. Me dît gav bi gav qeyranan demokrasî ji vî welatî bir. Lê belê divê jiyaneke hîn baş bihata avakirin. Tirkiye bû welatê qeyranan. Tim qeyran çêdibên. Lê belê ev erdnîgarî ya fersendê ye. Lê belê di nava vê fersendê de em tunebûna wekhevî û azadiyê dibînin. Ger em wekî jin gotina xwe bikin em ê tariyê belav bikin. Em dixwazin sipasiyên xwe ji rêhevalên xwe yên jin ên têkoşîn xurt kirine pêşkêş bikin. Peywira me neqediya. Ev ji bo me destpêk e. Heta em hevalên xwe yên dinê jî bigrin nav xwe em ê bimeşin. Ev hîn destpêk e. Ez bawer im em ê têkoşîna xwe ya azadî û edaletê bi hev re bimeşînin. Bi qeyûman jin bê bêhn dimînin. Divê em li dijî bêedaletiyê reflekseke hevpar nîşan bidin. Ger jin azad bin wê civak jî azad be."   'Divê em heqîqetê bi hev re bihonin'   Di dewamiyê de siyasetmedara kurd Sebahat Tuncel, da zanîn wê slavên jinên girtî aniye û wiha pê de çû:"Dayika Gulsumê ev 10 sal in li edaletê digere. Haliseyê cenazeyê lawê xwe girt lê ew avêtin girtîgehê. Ev heq e ? Bila zarokên me di ciwantiya xwe de nekevin binê axê. Li Rojava serhildana Geziyê li Kurdistanê jî serhildana Kobanê heye. Dewlet têkoşîna bi hev re ya kurd û tirkan asteng dike. Heta meseleye kurd hebe em ê axaftina vanan dewam bikin. Kobanê jî Gezî jî dozeke cezakirinê ye. Heta darazeke azad tune be biryarên tên dayin alîgir in. Meseleya qeyûman meseleyeke siyasî ye ne hiqûqî ye. Divê em hemû li dijî vê zihniyetê bisekinin. Divê em heqîqetê bi hev re bihonin."   'Em jin maseya diyalogê ava bikin'   Berdewamiya axaftina Sebahat wiha ye: “Ger em ji zext û zilmê bitirsin, wê demê dewlet wê bi ser bikeve.  Jin û tundiya li ser jinê rasterast bi pirsgirêka Kurd ve girêdayî ye. Di serdema me de ji ber ku me jin û mêr diguherand qetlîamên jinan kêm bûn. Her roj jin û zarok tên qetilkirin. Desthilatdarî jiyanan têk biriye.  Pirsgirêk ev e. Divê em bi hev re têkoşînê bidin. Gelek derdê me heye, lê em naçin rûnanên. Li girtîgehê çalakî tê lidarxistin, girtî ji bo ku pirsgirêka Kurd çareser bibe û birêz Abdullah Ocalan azad bibe, dernakevin hevdîtin û telefonê. Heta ku em tecrîdê tenê weke pirsgirêka Kurdan bibînin, dê bi dawî nebe. Ger diyalog nebe dê şer jî derkeve. Em ji ber axaftinên xwe tên darizandin. Em ê jin maseya diyalogê ava bikin.   Pêdiviya me bi aştiyê heye, aştî jiyan bi xwe ye. Me hê gotina xwe ya dawî negotiye. Gotina ku em bibêjin heye."   'Em tu carî nebûn kesên ku teslîm bûne'   Piştre jî peyama Hevseroka berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag hat xwendin. Fîgenê di peyama xwe de ev tişt anî ziman: “Berî her tiştî ez hewldan û îradeya we ya ji bo pêşxistina yekitiya têkoşînê silav dikim. Di pergala faşîst a mêran de ku jiyan û azadiya jinan tê qetilkirin, yan em ê teslîm bibin yan jî em ê bi berxwedan û rêxistinbûnê rêyên nû vebin. Niha û dîroka me şahid e ku em tu carî nebûne yek ji yên teslîm bûne. Rejîma heyî ya ku gav bi gav vediguhere tarîtiyê û karakterê wê yê paşverû û faşîst di nêzîkatiya wê ya li hemberî jinê de diyar dibe, bêguman ev e; ew ê careke din bi vîna kesên ku herî zêde dijminatiya wan dike, vîna hezaran têk bibe. Lê em ê li kolanan, li qadan, li qadên berxwedanê xwedî li nirxên hatine mezinkirin û têkoşîna mafdar derkevin. Peywira me ye ku em van nirxan biparêzin û mezintir bikin û di zindanan de têkoşînç bikin. Li cihê ku dirûşma 'Jin jiyan azadî' bi tilîliyan tê pêşwazîkirin û rêya azadiya jinê bi tilîliyan ve dibe em ê jî tişta dikeve ser milên me bikin. Em siyasetmedarên jin ên dîl; Me hem li hundir hem jî li derve erka xwe pêk aniye û em niha jî dikin. Em hezkirin û silavên xwe ji hemû rêheval, heval, raya giştî ya demokratîk û di esasê xwe de ji hemû pêkhateyên tevgera jinê yên ku doza me ya azadiyê hembêz dikin û hevgirtinê nîşan didin re dişînin."    'Dê qêrîna me bibe hêza me ya herî mezin'   Forum bi xwendina peyama Avahîsaz Mucella Yapıcı ya ji doza Geziyê hat berdan dewam kir. Mucella di peyama xwe de ev tişt anî ziman: “Em hemû dizanin ku doza Gezî û Kobanê bi hiqûq û bêedaletiyê re rû bi rû ne. Li Gezî û Kobanê ku berxwedanên herî mafdar ên cîhanê ne, bi dehan rêhevalên me jiyana xwe ji dest dan û bi dehan hevalên me hê jî bi awayê dijhiqûqîdîl tên girtin. Ji ber vê yekê, yek ji me jî ne azad e. Îro qêrîna me ya aştî û edaletê ku ji Gezî, Kobanê, Qada Galatasarayê, Plaza De Mayo, Îran, Filistîn û bi kurtî ji çar aliyê cîhanê bilind dibe, rêya herî baş e ku em rojekê bigihêjin aştî, edalet û cîhaneke xweştir.""   Jinan piştî forumê, li dijî xepskirina îradeya li hember şaredariya Colemêrgê, li ber salona dawetê daxuyaniyek da çapemeniyê.   ‘Em ê li dijî qeyûman jî têbikoşin’   Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê, Halîde Turkoglu daxuyanî xwendû da zanîn ku qeyûmê tayînê şaredariya Colemêrgê bûye heman demê de tayînê îradeya jinê bûye û got wê tu carê destur nedin vê.Halîdeyê di berdewamiyê de wiha vegot: “Qeyûm ne êrîşeke tenê li dijî mafê hilbijartinê ye. Qeyûm lingên polîtîkayên dijminê jinê yên li herêmê ne. Em ê tu carê destur nedin ku îradeya gel bê xespkirin. Me çawa ji bo Peymana Stenbolê, 6284 û destkeftiyên xwe têkoşîn meşand em ê îro bi hev re li dijî qeyûman têkoşîn bimêşînin. Dem dema yekbûnê ye. Bijî piştevaniya jinan. Jin jiyan azadî.”