'Dewlet ji diziyê pêve tiştekî nake!' 2024-06-04 10:55:12     Pelşîn Çetînkaya   AMED - Jinan bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê dan, diyar kirin ku ev dizî ye û anîn ziman ku ew ê li dijî dagirkeriyê li ber xwe bidin.   Duh danê sibê piştî bi ser şaredariya Colemêrgê de hat girtin, qeyûm li şûna hevşaredarên şaredariyê hat tayînkirin. Li dijî tayînkirina qeyûman li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin û polîtîkaya qeyûman hat şermezarkirin. Welatiyên ku duh li Amedê daketin qadan bi dirûşma "Bijî berxwedana Colemêrg", "Şaredarî ya me ye, Colemêrg ya me ye" bertekên xwe nîşan dan. Jinên ku me mîkrofon dirêjî wan kir, li dijî dagirkeriyê nêrînên xwe bi me re parve kirin.   'Gelê Colemêrgê divê îradeya xwe nede dizan'   Remziye Bîlîr, anî ziman ku ew li gel gelê Colemêrgê ne û wiha got: “Tayînkirina qeyûman neheqî ye. Bila gel li ber xwe bide, mafê kesî nîne vê bike. Em jî ji bo Colemêrgê rabûn ser piyan. Em jî bi wan re ne. Bila hemû li ber xwe bidin û keda xwe nedin dizan. Em ê qeyûman bişînin. Çi dibe bila bibe em ê li malê rûnenin. Heta ew ji şaredariya me derkevin em ê dengê xwe bilind bikin. Em ji Amedê silavan dişînin ji Colemêrgê re. Berxwedan jiyan e. Bijî berxwedana Colemêrgê."   'Ev îradeya gelê Kurd e'   Meryem Tûran got, "Mafê tu kesî tune ye li cihê ku bi îradeya gel hatiye bidestxistin qeyûm tayîn bikin û destnîşan kir ku ev vîna gelê Kurd e û got, "Em wan şermezar dikin. Gel bi vîna xwe hevşaredarên xwe hilbijartin. Em kesên ku vîna gelê Kurd xesp dike naxwazin."   'Banga berxwedanê'   Emîne Al jî diyar kir ku divê gelê Colemêrgê li dijî desteserkirina vîna xwe rabe ser piyan û wiha domand: “Gel li ber xwe bide, nehêle qeyûm tayîn bikin. Çawa ji bo Amedsporê rabûn ser piyan, divê ew jî xwedî li şaredariyan û girtîgehan derkevin. Bila qeyûm bişînin. Divê gelê Kurd rabe ser piyan û rê nede qeyûman."   'Destûrê nedin rêveberiya qeyûman'   Sûlhiye Saruhan diyar kir ku divê gelê Colemêrgê rê nede qeyûm tayînî şaredariyê bikin û wiha got: “Em dewletê şermezar dikin. Hewl dan sebra me bipîvin, lê ez bang li gelê Colemêrgê dikim. Bila hemû rabin ser piyan û xwedî li vîna xwe derkevin. Nehêlin qeyûm were, ser şaedariyê. Em ê jî piştgiriyê bidin wan û em vê rewşê şermezar dikin.   'Ji diziyê pê ve tiştekî nakin!'   Li aliyê din Afîfe Kartal anî ziman ku dewlet ji bilî diziyê tiştekî nake û got, “Em bi keda xwe qezenc dikin. Ew tên û qeyûm tayîn dikin. Dengên me digirin. Em bi ser ketin û ew ê nehêlin em ji keda xwe sûdê werbigirin. Divê gelê Colemêrgê jî weke gelê Wanê rabe ser piyan, em li pişt wan in. Ew diz in û ji diziyê pê ve tiştekî nakin. Em qezenc dikin, ew ji me didizin û distînin. Divê nebêjin Kurd welatiyên me ne."