Li Giyadinê ji qeyûm bi tenê rêyên bi kortik mane! 2024-06-03 09:06:40     Rojda Aydin   AGIRÎ - Derket holê ku mal û milkên Şaredariya Giyadînê ya ku qeyûm jê re 116 milyon deyn hiştiye, radestî saziyên din hatiye kirin. Hevşaredara Giyadînê Hayat Zorbay, bal kişand ser saziyên hatine radest kirin û got ku ew ji bo van saziyan paşve bigirin wê bikevin nav hewldanan.   Şaredariya Giyadînê ya Agirî yek ji şaredariyên ku qeyûm tayînî wê hatibû kirin e. Di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adara 2019’an de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji sedî bi 56,82 dengan şaredarî bi dest xistibû. Lê di 13’ê Tirmeha 2020’an de qeyûm tayînê şaredariyê hatibû kirin. Weke ku zerarên qeyûm ên li navçeyê têr nekiribin, qeyûm neguhêzbarên şaredariyê jî radestî saziyên cuda kirin. Li navçeya Giyadînê ya ku careke din ji destê qeyûm hat girtin, wesayitên ku di rêyên bi kortik ên xira be re derbas dibin vediguherin  xûrdeyan. Kortikên di rêyan de tên dîtin jî bi awayekî zelal nîşan didin ku ji bo navçeyê tu xebat nehatiye kirin. Di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adara 2024’an de gel dîsa vîna xwe nîşan da û bi rêjeyek bilind dengê xwe da Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî).   Piştî ku DEM Partî derbasî şaredariyê bû hat dîtin ku ligel xizmeta ku ji bo gel nehatiye kirin, qeyûm gelek neguhezbarên şaredariyê jî  dewrê hin saziyanên din kiriye.    Hayat Zorbay ku di encama vîna gelê Giyadînê de bû hevşaredar, têkildarî zerarên ku qeyûmê dane navçeyê û şaredariyê de ji ajansa me re axivî.   ‘Navçe hatiye wêrankirin’   Hayatê, anî ziman ku gel piştî hilbijartinê bi coşeke mezin wan pêşwazî kiriye û got ku hesasiyeta gel a li hemberî wan gelekî zêde ye. Hayatê, diyar kir ku gel ji wan bi hêvî ye û wiha got: “Ji ber ku du serdeman qeyûm hat tayînkirin, rêyên navçeyê di rewşeke pir xerab de ne. Her der hilweşiya ye. Navçe hatiye wêrankirin. Ji bo gel tiştek nehatiye kirin. Serdemeke talanker hatiye jiyîn. Her çend hin wesayit ji me re mabin jî, hemû alavên me di rewşek xirab de ne. Di serî de em dixwazin wesayitên şaredariyê tamîr bikin û piştre xizmeta gelê xwe bikin.”   Mal û milkên şaredariyê hatine radestkirin!   Hayatê, bal kişand ku  qeyûm ji şaredariya Giyadînê re 116 trîlyon deyn hiştiye û wiha dom kir: “Ligel vî deynî mal û milkên me yên ku radestî saziyên din hatine kirin jî hene. Mînak 57 donim qada kaplicayê, Navenda Rehabîlîtasyonê, hezar û 500 metrekare erd radestî qeymeqamtiyê navçeyê hatiye kirin. Kafeteryaya ku li derdora Navenda Kaşê ye, radestî Midûriyeta Perwerdehiya Millî ya Navçeyê hat kirin. Li şaredariyê kevirên parqeyan hebûn, lê êvara me şaredarî bi dest xist, ew hemû kevir hildan û birin cihên din.”   ‘Ji bo odeya meqamê 12 trîlyon hatine xerckirin’   Hayatê, destnîşanî wê yekê kir ku di pêvajoya qeyûmê de tu kar ji bo jin û ciwanan nehatiye kirin û diyar kir ku qeyûm hemû derfetên şaredariyê ji bo pêdiviyên xwe yên şexsî bi kar aniye. Hayatê, wiha axivî: “Ji bo kafeteryaya ku me behs kir tenê maseyek hatiye kirîn û tenê ew mase bi 850 hezar TL kirîne. Ne ji bo ciwanan ne jî ji bo navçeya Giyadînê tiştek nehatiye kirin. Rê, kuçe û kolan, her der bûne kortik. Yanî ji bo navçeyê tiştek nehatiye kirin, tenê ji bo wan û saziyên wan, her tişt ji butçeya şaredariyê hatiye xerckirin. Odeyek meqamê hatiye çêkirin û pereyê ku jê re hatiye xerckirin 12 trîlyon e.”   'Ji bo jin û zarokan perwerdehiya zimanê zikmakî dê bidin'   Hayatê, diyar kir ku di bin banê şaredariyê de maleke mamosteyan heye û ev mala mamosteyan bi tu awayî ji bo armanca xwe nehatiye bikaranîn, her tim ji bo şexsan hatiye bikaranîn. Hayatê, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em dixwazin ku van saziyan paşde bigirin û ji bo ciwan û jinan qadên perwerdehiyê ava bikin. Em dixwazin bi dayîna perwerde û kursan ciwanên ku ji bo zanîngehê amadekariyê dikin tevli perwerde û van kursan bikin. Ji bo jinan projeya me ya Navenda Piştevaniya Jinan heye, em plan dikin ku vê vekin. Em dixwazin qadeke îstîhdamê ava bikin ku jin werin û karên xwe yên destan bikin û berhemên ku bi xwe çêdikin bifiroşin. Ji bilî qadên îstîhdamê, em armanc dikin ku qadek ku jin û zarok tê de perwerdehiya zimanê kurdî bibînin vekin. Bi saya vê perwerdeyê ew ê karibin bi zimanê xwe yê zikmakî biaxivin û binivîsin. Di bin banê şaredariyê de mala lîstikê ya zarokan jî heye, lê niha ew qad di destê me de nîne. Lê dema ku em werbigirin em ê perwerdeya bi kurdî bidin zarokên li wir ku hînî zimanê xwe yê zikmakî bibin.”   ‘Em ê bi gel re şaredariyê bi rê ve bibin’   Hayatê, destnîşan kir ku ew bi hemû hewldanên xwe amade ne ku mal û milkê şaredariyê yê ku radestî saziyên din hatine kirin paşve bigirin û peyama ew bi biryar in ku dê bigirin da. Hayatê, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dema ku em dibêjin şaredariya gel, ev tê wê wateyê ku bi gelê xwe re em ê şaredariyê bi rêve bibin. Em ê hewl bidin hemû projeyên xwe bi piştgiriya gelê xwe pêk bînin. Niha di bin banê şaredariyê de cihê me yê jinan heye. Em ê vê bikin meriyetê, em ê ji bo jinên ku ji gund tên li vir cihekî çêbikin. Jin ji gundan tên, cihên ku rûnên tune ye. Niha li mala jinan a ku me vekiriye, kengî bixwazin dikarin bên û bimînin, hemû pêdiviyên xwe bi cih bînin, êvarê jî li wesayîtên gund siwar bin û biçin malên xwe. Li navendên jinan ên ku em ê ava bikin, jin wê bikaribin bên û bi keda xwe ya destan berheman çêbikin. Berê qadeke me ya sûkê jî hebû, qeyûm daye kargeha tekstîlê. Em ê dîsa wê qada bazarê bigirin û cih bidin jinan û esnafan jî û ew ê karibin berhemên xwe yên destan li wir bifroşin.”