Li dijî lêgerîna tazî û ferzkirina koxuşa edlî bertek: Em ê têk neçin 2024-06-02 09:05:45       Elfazî Toral    STENBOL - Endama Piştevaniya Mor Lale Peşket derbarê  lêgerîna tazî ya li ser girtiyên jin û bi zorê şandina koxuşên edlî de axivî û got: “Tu hêz nikare me ji têkoşîna me şûnde bixîne. Em motîvasyona xwe ji têkoşîna jinan ji şoreşa Rojava digirin.”   Li girtîgeha Kurdistan û Tirkiyeyê tecrîd, tundî, êriş û lêgerînên tazî didomin. Kesên tên binçavkirin û girtin dema dibin girtîgehan lêgerîna tazî lê ferz dikin. Her wiha girtiyan bi zor dibin hucreyên yek kesî û koxuşên edlî. Endama Piştevaniya Mor Lale Peşket der barê mijarê de axivî û got: “Desthilatdariya faşîst û dewletên emperyalîst çawa ku nikaribû şoreşa Rojava hilweşînin wê nikaribin me jî hilweşînin. Em motîvasyona xwe ji têkoşîna jinan ji şoreşa Rojava digirin. Em ê li dijî van pêkanînan têk neçin.”   ‘Em ê xwedî li îradeya xwe derkevin’   Endama Piştevaniya Mor Lale Peşket di destpêka axaftina xwe de Sîbel û Seda ku di çalakiyên berxwedana Wanê de hatibûn girtin silav kir û wiha got: “Em ê li dijî êrişên li hember jinên kurd û kurdan bêdeng nemînin. Jinên tên girtin daxwaza wan ya koxuşa siyasî naynin cih. Koxuşa edlî ferz dikin. Sedema vê jî desthilatdariya faşîst e. Ew dibêjin qey wê me bêdeng bikin. Lê em bêdeng namînin. Em ê xwedî li îradeya xwe derkevin. Tu hêz nikare me ji têkoşîna me bike.”   ‘Lêgerîna tazî sûc e’   Laleyê şoreşa Rojava bibîrxist û wiha domand: “Tu hêz nikare me ji têkoşîna me şûnde bixîne. Desthilatdariya faşîst û dewletên emperyalîst çawa ku nikaribû şoreşa Rojava hilweşînin wê nikaribin me jî hilweşînin. Em motîvasyona xwe ji têkoşîna jinan ji şoreşa Rojava digirin. Em ê li dijî van pêkanînan têk neçin. Lêgerîna tazî sûc e. Hevalên me binçav dikin. Lêgerîna tazî li hevalên me ferz dikin. Lê em vê îşkenceyê qebûl nakin û em ê li kolanan têkoşîna xwe bidomînin.   ‘Beden girtiye lê fikr û nêrîn azad in’    Laleyê balkişand ser daxwaza girtiyan a koxuşa siyasî û bi lêv kir ku divê ev daxwaz bê cih û wiha pê de çû: “Divê daxwaza hevalên me bê qebûlkirin. Hûn dikarin jinan bêdeng bikin. Dibe ku beden girtî be lê fikr û nêrîn hîna jî azad in. Em ê li dijî vê pergala faşîst têkoşîna xwe bidomînin. Em ê li dijî vê têk neçin û berxwe bidin.”