Rojnameya Yenî Yaşamê 6 salî ye: Em hêza xwe ji gel digirin 2024-05-31 09:04:02     Elfazî Toral   STENBOL - Xebatkarên rojnameya Yenî Yaşamê hemû nivîskar û xwendevanên xwe vexwendiyê bernameya piştevaniyê ya ku wê 2’ê hezîranê de pêk bînin kir û got: “Tevî hemû zextan em heta îro hatin û em bi piştevanî, rêxistinbûn û xwendevanên xwe mezin bûn. Yenî Yaşam hêza xwe ji gel digire.  Çapemeniya Azad her tim li dijî tarîtiyê bûye neynik.”    Rojnameya Yenî Yaşamê di 25’ê Gulana 2018’an de dest bi weşanê kir û di 2’ê hêzîranê de wê bernameyeke ‘Yenî Yeşam 6 saliya xwe de bi xwendevanên xwe re tê gel hev’ pêk bîne. Bername wê li Navenda Kongre û Çandê ya Baglarbaşi ya Şaredariya Uskudarê pêk bê.  Bername wê saet di 19.00’an de dest pê bike û bê pere ye. Ji hunermendên Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) Baran Bozyel wê bi muzîkjen Kasim Taşdogan re derkeve ser dîkê. Parêzvanên maf, rojnameger, hunermend, xwendevan, niviskar der barê şevê de banga piştevaniyê dikin.   Hem xwendevan û hem jî nivîskarên Yenî Yaşamê ji JINNES’ê re xivîn.   ‘Em li mîrateya Gurbetellî Ersoz xwedî dertên’   Belavkara rojnameya Yenî Yaşamê Nuda Arici da zanîn ku kevneşopiya çapemeniya azad bi sedsalane didome û ev mîrateya Gurbetellî Ersoze e û  ew li vê mîrateyê xwedî dertên. Nudayê wih agot: “Me bi rojnameya Kurdistanê dest bi weşanê kir.Nav biguherin jî ev kevneşopî naguhere. Em ê têkoşîna xwe li her qada jiyanê bidomînin. Di salên 1990’î de  di valakirina gundan de, di dema ku îşkence û zext hebûn de Ozgur Gundem hebû.  Hîna xwendevan bi çavê Ozgur Gundemê li Yenî Yaşamê dinêrin.Em bi bedelên mezin hatin vê rojê. Gurbetellî di çapemeniya Kurd de cihekî girîng digire. Kesayetek bi nirx e. Bi sekn û têkoşîna xwe tê zanîn. Em ji mîrateya wê mînak digirin. Em mîrateya wê dimeşînin. Em bang li hemû kesî dikin ku şeva piştevaniyê de gelê me li wir be.”   ‘Yenî Yaşam ji kevneşopiya çapemeniya azad tê’   Nivîskara Yenî Yaşamê Reyhan Hacioglu jî sala 6’an a Yenî Yaşamê pîroz kir û daxuyakirin ku Yenî Yaşamê wek teşeyê jiyanê digirin dest û wiha pê de çû: “Ozgur Gundem yek ji weşanên kevneşopiya çapemeniya azad e. Yenî Yaşam berdewama kevneşopiya Ozgur Ulke ye. Di 2016’an de Ozgurlukçu Demokratî hat girtin û li şûna wê Yenî Yaşam ket weşanê."   Yenî Yaşam 6 salî ye   Reyhanê bal kişand ser zextên li ser çapemeniya azad û wiha bi lêv kir: “Tevî hemû êrîşan em kevneşopiyê didomînin. Zext her ku zêde dibin çapemeniya aza binpêkirinan derdixe holê. Tevî hemû êrîşan, komkujiyan em rastiyan derdixin holê. Ji ber vê jî çapemeniya azad hedef tê girtin. Em di bin van şertan de 6’emîn salvegera xwe pîroz dikin. Tevî zextan me ji rastiyê şûnde gav navêt. 2’ê Hezîranê roja şemiyê em ê li Uskudarê bi hev re peyama xurtkirina têkoşînê bidin.”   Ji Ozgur Gundemê heta Yenî Yaşamê   Xwendevana Yenî Yaşamê Eylem Çîçek Bîlge jî bi lêv kir ku 30 sal e rojnameyên çapemeniya azad dixwînin û got çend sal debas bin jî wê xwendinê bidomînin. Eylemê wiha dawî lê anî: “Ez 6 salî bûm wê demê. Bavê min rojname digirt. Ji wê rojê şûnde ez xwedî lê derdikevim. Em xwendevanên wê yên daîmin. Me her tim şopand.Ev 30 sale me rojnameya xwe ya bi nirx anî van rojan û em ê ji vir şûnde jî xwedî lê derkevin.”