'Perî bê DEM Partiyê, DEM Partî bê Periyê nabe' 2024-05-31 09:02:30     Gulistan Gulmuş   DÊRSÎM - Tifaqa DEM Partiyê xebatên xwe yên hilbijartinê yên ku wê 2’ê hezîranê de li Periyê pêk bên bê navber dimeşîne. Bîrsen Orhan û Humeyra Tosun Yegîn der barê  girîngiya hilbijartinên ku wê li Periyê bên nûkirin de axivîn û banga xwedîderketina li îradeyê kirin.    Li bajaroka Perî ya Mazgîrt a Dêrsîmê wê hilbijartin 2’ê hezîranê de bê nûkirin û ji hilbijartinan re demek kurt ma. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di 16’ê Gulanê de start da xebatên xwe. Ji 16’ê Gulanê heta niha DEM Partî xebatên xwe bi namzetên xwe Naciye Aslan û Orhan Çelebî re gund bi gund tax bi tax dimeşîne. Namzet bi taybet ji bo çareseriya pirsgirêka rê û avê ya bajarokê, ji bo bilindkirina îstîhdamê sozên xwe didin. Hevşaredara Dêrsmê  Bîrsen Orhan û rêveberiya DEM Partiyê ya Dêrsîmê Humeyra Tosun Yegîn axivîn û diyar kirin ku divê gel xwedî li îradeya xwe derkeve û wiha gotin: “Em bang li hemû gelê Periyê dikin. Ji bo xwedî li têkoşîn, îrade û keda xwe derkevin bila biçin ser sindoqan.”   ‘Bidestxistina hilbijartinan ji bo me girîng e’   Bîrsenê da zanîn ku di hilbijartinên 31’ê Adarê de DEM Partiyê 78 şaredarî bi destxistiye û got: “Niha du şaredariyên ku divê bigirin hene. Em îro li Periyê ne. Coş û bendewariya gel pir mezine. Ji bo Periyê ev hilbijartin pir girînge. Ji ber ku ev du deme îradeya gel tê xespkirin. Qeyûman li vir tenê talana aborî nekirin, ya çandî jî kirin. Êrîşê destkeftiyên jin û ciwnan kirin. Li vê bajaroka biçûk tu xebat nehatiye kirin. Gelê Periyê vê aşkera dibêje. Gelê Periyê  texrîbatê ji me re vedibêje. Ji ber vê ev hilbijartin ji bo me pir girîngin. Di 31’ê Adarê de gelê Dêrsîmê peywir û berpirsyariyek da me. Em ê bi vê berpirsyariyê bi gelê Periyê re di piştevaniyê de bin. Em vê baş dizanin. Wê gelê Periyê xwedî li îradeya xwe derekeve.Ji ber ev der ya DEM partiyê ye û wê ya DEM Partiyê bimîne.”   ‘Me Wan neda em ê Periyê jî nedin’   Bîrsenê bi lêv kir ku qeyûman li Periyê tu tiştek nekirine û wiha dirêjî dayê: “Sozên hatibûn dayîn rant û talan bû. Ez bang li hemû kesî dikim ku 2’ê hezîranê de biçin ser sindoqan. Em jî gelê Periyê jî baş dizanin. Wê gelê Periyê bersivê bide desthilatdariya AKP-MHP’ê.Bila gumana kesî tunebe. Me çawa Wan teslîm nekir em ê Periyê jî nedin. Em bang li hemû gelê xwe dikin. Hûn li ku dibin bila bibin werin denga xwe bikar binin. Perî bê DEM Partiyê, DEM Partî bê Periyê nabe.”   ‘Em xwedî li keda xwe derkevin’   Humeyra Tosun Yegîn jî destnîşan kir ku berê jî vir qezenc kirine lê qeyûm hatiye tayînkirin û nirxandina xwe wiha domand: “Ji ber vê xwedîderketina li îradeyê gelek girînge. Ev bajarok jig undan pêk tê. Ji ber vê xebatên me tax bi tax mal bi mal didomin. Hilbijêrên li derve dijîn hene. Em hewl didin wan bînin. Em dixwazin ya aydê xwe şûnde bigirin.Hinek propagandayên reş tên kirin. Dbêjin wê ji nûve qeyûm bên. Divê fikar ame tunebe. Berxwedana Wanê ev derxist holê.  Ji ber vê divê em xwedî li îradeya xwe derkevin.  Em bang li hemû gelê Periyê dikin ku xwedî li keda xwe derkevin û biçin ser sindoqan.”