Faîke Aktaş: Li Tirkiyeyê edalet tune ye! 2024-05-30 09:05:26     Pelşîn Çetînkaya   AMED - Dayika, Veysî Aktaş yê li Îmraliyê tê girtin û tevî ku 30 sal cezayê wî temam bûye jî tahliyeya wî salek hat taloqkirin, wiha bertek nîşan da: “Li Tirkiyeyê edalet tuneye.”   Veysî Akta, Hamîlî Yidirim û Omer Hayrî Konak  ku li Îmraliyê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re dimînin ji 25’ê Adara 2021’ê heta niha tu agahî jê nayê girtin.  Tecrîda giran li hemû girtîgehan belav bûye. Girtî Veysî Aktaş yê li Îmraliyê dimîne di 28’ê hezîrana 2024’an de înfaza cezayê 30 salî temam kir. Lê bi biryara Lijneya Îdarî û Şopandinê tahliyeya wî salekê hat taloqkirin. Malbatê bertek nîşanê rewşê da û nêrînên xwe anî ziman.   ‘Erdogan Kurdan dikuje’   Dayika Veysî Aktaş, Faîke Aktaş da zanîn ku Tayyîp Erdogan yê AKP’î dixwaze Kurd tune bibin û wiha vegot: “Li ser kurê min û gelê Kurd tecrîd heye. Erdogan dibêje ‘Kî Kurd hebe ez ê bikujim’.Ji kurdan re dibêje ‘ez we nas nakim hûn kî ne’.  Naxwaze nasnameya Kurdan hebe, dixwaze Kurd tune bibin. Kurdan ji warê wan dike. Bêyî qanûn tiştan dike.”   ‘Ji ber kurê min got ez Kurd im hat girtin’   Faîkeyê daxuyakirin ku li Tirkiyeyê edalet tune ye û wiha pê de çû: “Kurê min dema zanîngeh dixwend li ser îftereyê hat giritn. Ji ber got ez Kurd im hat girtin. Bêyî sûc 30 salan girtî ma û cezayê wî qedya. Lê hîna girtî ye. CPT çû Îmraliyê lê tu encam negirt. Xuyaye CPT bi Erdogan re hevaltiyê dike. Li Tirkiyeyê qanûn, edelet tune ye. Em Kurd zimanê xwe, nasnameya xwe û aştiyê dixwazin. Lê qanûn ji bo Kurdan nayê cih. Bila kurê min berdin. Bi kêfî bernadin. Salek din ceza lê birîn.”   10 sal e nabîne   Zeynep Zîlan Saltik jî destnîşan kir ku xalê wê Veysî di bin tecrîdê de ye û tahliyeya wî salekê hatiye taloqkirin. Zeynepê wiha anî ziman: “Xanê min navê min da. Ev 10 sale xalê xwe naînim. Herî dawî min li girtîgeha Semsûrê dîtibû.  Li Tirkiyeyê edalet tuneye. Jin tên qetikirin lê kujerên wan li derve digerin. Ez xwe li derve rehet hîs nakim. Ji ber li Tirkiyeyê qanûn û edelet tuneye. Xalê min 30 sale ji ber nasnameya xwe girtiye. Em wek malbata wî dixwazin bê berdan.”