‘Her dengek ji bo pergalê re bersive’ 2024-05-30 09:03:24     Gulistan Gulmuş   DÊRSÎM - Endama PM DEM Partiyê Beybûn Aslan balkişand ser hilbijartinên wê ji nûve li Periyê bê kirin  û got: “Her dengek wê bersivek be. Ji bo pêşerojek azad divê em xwedî li vîna xwe derkevin.”   Li bajaroka Perî ya Mazgîrt a Dêrsîmê wê hilbijartin bê nûkirin û ji hilbijartinan re demek kurt ma. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di 16’ê Gulanê de start da xebatên xwe. Ji 16’ê Gulanê heta niha DEM Partî xebatên xwe bi namzetên xwe Naciye Aslan û Orhan Çelebî re gund bi gund tax bi tax dimeşîne. Endama Meclîsa DEM Partiyê Beybûn Aslan der barê pêvajoyê de axivî. Beybûnê pêvajoya hilbijartinê nirxand.   Provakasyona CHP’ê    Beybûnê daxuyakirin ku dema berê qeyûm tayînê Periyê bûye û got wê gelê Periyê ji nûve îradeya xwe bigire. Beybûnê wiha domand: “Em mal bi mal geriyan, me hewcedarî, rexne û pêşniyarên gel guhdar kir. Di hevdîtinên me kirin de gel nerezîbûnên xwe yên li hember qeyûman anî ziman. Her wiha rewşeke tisê jî heye. Ew jî wiha ye ‘Ger DEM Partî biserkeve wê qeyûm bê tayînkirin’. Niha şaredarî destê AKP’ê de ye.Ji aliyê CHP’ê ve gotina ‘Ger DEM Partî biserkeve wê qeyûm bên tayînkirin’ tê belavkirin.”   ‘Wê pratîkên CHP’ê nedin qezenckirin’   Beybûnê di berdewamiyê de destnîşan kir ku gel bi biryare lê ji ber gotinên partiyên din fikar ava bûye û anî ziman: “Hemû partiyên din li ser DEM Partiyê xwe ava dikin. Xwe wek xwediyê vir dibînin. Em di serdanên gel de wiha dibêjin ‘navê AKP û MHP’ê qeyûm bixwe ye’. Raste qeyûm tayîn kirin. Ji bo vê her cureyê lîstika qirêj lîstin. Partîkên CHP’ê jî hemanin. CHP nav gel de dibêje em berpirsyariya civakî digirin. Em dizanin pratîkên CHP’ê xapînokin. Ji bo berjewendiyên xwe gel dixapînin.”   ‘Ji bo pêşerojek azad..’   Beybûnê di dawiya axaftina xwe de ev bang kir: “Her tim her pêvajoyê de bi îrade, sekn, fikr û nêrînên jinan guherî dibe. Siyaseta wekhev û demokratîk bi jinan dikare bê avakirin. Ez bang li hemû jinan dikim. Bila wê rojê xwedî li îradeya xwe derkevin. Bila gelê Periyê 2’yê hezîranê de biçe ser sindoqan û xwedî li îradeya xwe derkeve. Em ji bo pêşerojek azad xwedî li vîna xwe derkevin.”