‘Ev diyariya me ya ji bo dayikan e’ 2024-05-30 09:02:27     WAN - Şaredariya Rêya Armûşê porojeyên xwe yên ji bo jinan pêk anîn. Bi projeya ‘Bîstanê Bajar ê Denîz Poyraz’ starta xebatên xwe yên ji bo jinan da.   Şaerdariya Rêya Armûşê ya Wanê projeya xwe ya ewil xist jiyanê.  Şaredariya Armûşê ku di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de ji aliyê Partiya Wekhevî û Demokraisyê ya Gelan (DEM Partî) ve hat bidexistin, projeya xwe ya ewil ya ji bo jinan xist jiyanê. Bi projeya bîstanê bajar re yekem xebata xwe pêk anîn. Li taxa Hatuniyeyê bi navê ‘Bîstanê Bajar ê Denîz Poyaz’ ava kir û şitlên xwe yên ewil di rojên borî de çandin.   Endama Meclîsa Şaredariyê ya Rêya Armûşê Yildiz Tuncer der barê projeyê de ji ajansa me re axivî.   Yildizê destnîşan kir ku Wan bi salane ji aliyê qeyûm ve tê bi rêvebirin û projeyên jinan hatine xespkirin. Yildizê anî ziman ku qeyûm ji bo jinan tu xebat nekiriye û wiha pê de çû: “Xebatên me yên cidî hene. Projeya bîstanê bajar li hemû Tiriyeyê hebû lê li Wanê tune bû. Ji ber vê jî me wek berpirsyarî dît. Heta ji destê me hat me projeya bîstanê bajar ji bo jin û dayikên xwe xist jiyanê.”   ‘Ji bo dayikên me diyariye’   Yildizê her wiha daxuyakirin ku ev bîstanê bajar ji şaredariyê ji bo dayikan diyariye û wiha pê de çû: “Bîstanê bajar bi armanca ku dayik berhemên xwe bi xwe bigihînin hat avakirin. Dayik wê ji vir hewcedariyên xwe, hewcedariyên mutbexa xwe peyda bikin û bi sebzeyê ku digihînin amadekariyên zivistanê bikin. Ev proje di alî aborî de wê piştgiriyê bide dayikan. Proje di vî alî de gelek girînge. Ligel bîstanê bajar em ê xebatên xwe yên ji bo jinan bidomînin. Ev ji bo me ya esas e. Bila ev projeya me bibe wesîleya projeyên hîn baştir.”   ‘Me xwest em tiştekî bikin’   Yildizê di berdewamiya nirxandina xwe de wiha got: “Ji ber demsalê me bi projeya bîstan dest pê kir. Ji ber dema wî bû me wisa dest pê kir. Me xwest em tiştekî bikin. Projeyên me yên berfireh hene.  Dayikên me ji ber demsala havînê ev xwestin. Ev bîstanê yekem ê bajar e.”   ‘Denîz Poyraz kesayetek  bi nirx e’   Yildizê wiha dawî lê anî: “Me navê bîstan kir Denîz Poyraz. Ev nav ji bo jinên ciwan gelek bi nirx e. Ji bo me kesayetek girîng e. Me biryara navê Denîz Poyraz da. Ev biryarek rast e. Ez ji bo hemû hevalên xw eyên jin ku keda wan di van xebatan de derbas bûye spas dikim.”