Ji çalakiya ‘Deng bide azadiyê' bang 2024-05-27 15:22:05     NAVENDA NÛÇEYAN - Xizmên girtiyan di çalakiya “Deng bide azadiyê" de banga bi dawîkirina zilmê kirin.    Xizmên girtiyan di çarçoveya kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re" de li gelek bajaran li ber girtîgehan çalakiya "Deng bide azadiyê" li dar dixistin.    Êlih   Li Êlihê di çarçoveya kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" çalakiya "Deng bide azadiyê" tê lidarxistin. Çalakiya îro li ber Girtîgeha Tîpa T a Êlihê pêk hat. Endamên TUHAY-DER'ê, Rêxistinên DEM Partî û DBP'ê yên Êlihê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), OHD û xizmên girtiyan ên ji Sêrtê hatin tevlî çalakiyê bûn.    Girseya ku xwest daxuyanî bide bi hinceta talîmata Walîtiya Elihê hat astengkirin. Girse bertek nîşanî biryarê da. Li ser navê girseyê Sultan Azboy axivî û got: "Ji bo agahî ji zarokên xwe bigirin têdikoşin. Em agahî ji zarokên xwe nikarin bigirin. Dernakevin hevdîtinê û telefonê venakin. Du roj beriya niha girtiyen qeyrana dil derbas kir. Dawî li vî zilmê bînin."   Piştî çalakiya rûniştinê girse bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” û “Bi berxwedanê dê bi ser kevin" dawî li çalakiya xwe ya îro anîn.      Amed    Bi heman armancê bi tevlîbûna MED TUHAD FED, Tevgera Jinên Azad (TJA), Rêxistinên DEM Partî û DBP'ê, Parlamenterên DEM Partiyê û Dayikên Nobeta Edaletê li ber Girtîgeha Tîpa D a Amedê çalakiya "Deng bide azadiyê" hat lidarxistin. Çalakvan pêşmalkên li ser "Deng bide azadiyê" li xwe kirin û dest bi çalakiyê kirin. Beriya çalakî dest pê bike polîsan dora çalakvanan dorpêk kir û rojnamegeran ji çalakiyê dûr xist.    Dayikên Aştiyê bertek nîşanî dorpêçê dan û dirûşma "Girtiyên siyasî rûmeta me ne" û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin. Li hemberî dorpêçe çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.    Di dorpêçê de Serhat Eren axivî û diyar kir ku dirûşmên ku tên berzkirin ne sûc e û tişta ku sû berdewamkirina tecrîdê ye. Serhat, da zanîn ku her roja duşemê li dijî tecrîdê dê li vir bin.    Çalakî bi çepikan bi dawî bû.      Îzmîr   Li Îzmîrê ji çalakî bi pêşengiya (EGE- TUHAYDER'ê li ber Girtîgeha Kiriklara Bûcayê pêk hat. Aktîvîstên TJA'yê, endamên Dayikên Aştiyê, Rêxistinên DEM Partî û DBP'ê, endamên ANYAKAYDER'ê û gelek kes tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta "Ji bo edaletê tecrîdê têk bibin, ji bo aştiya civakî jî deng bidin azadiyê" vekirin û dirûşma “Bijî berxwedana zindanan”, “Heq, hiqûq, adalet” û "Ji tecrîdê re na, ji girtiyan re azadî" hatin berzkirin.    Di çalakiyê de Fatma Surme, axivî bal kişand ser tecrîda li hemberî girtiyên siyasî û got: "Dê heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin. Em dayik nikarin li malê bimînin û em ê her tim li cem zarokên xwe bin."   Rêveberê DEM Partî ya navçeya Karabaglarê Cahît Gunay jî destnîşan kir ku li tevahiya girtîgehên li Tirkiyeyê bi sîstematîk şîdet tê meşandin û Gelê Kurd jî li dijî şîdetê her berxwedana xwe didomîne û dê bidomîne jî.    Piştî axaftinan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.      Edene    Li Edeneyê di pêşengtiya malbatên windakiriyan de bi tevlibûna rêxistinên sivîl ên civakî û partiyên siyasî li ber Kampusa Girtîgeha Kurkçulerê di çarçoveya çalakiya “Deng bide azadiyê” de daxuyanî hate dayîn. Beriya daxuyaniyê polîsan hemû rêyên diçin girtîgehê ji trafîkê re girtin û xwestin girseyê asteng bikin. Li ser vê yekê girseyê 100 mîtro ji girtîgehê re mayî ji wesayîtên xwe peya bûn û çalakiya xwe pêk anîn. Girseya pankarta “Ji bo edaletê, em tecrîdê rakin, ji bo aştiya civakî deng bide azadiyê” vekir, her tim dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” , “Deng bide azadiyê”, “Bijî berxwedana Îmraliyê” û “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” berzkirin.    Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Edeneyê Seyfettîn Aydemîr, qala tecrîda li Îmraliyê kir û anî ziman ku pedîviyeke ku tecrîd demildest were rakirin. Seyfettîn Aydemîr, axaftina xwe wiha domand: “Pêkanîn zext, bêhiqûqî û antîdemokratîk ên li girtîgehan demildest bi dawî bikin. Tecrîda li ser Ocalan sûcê mirovahiyê ye. Şert û mercên çareseriyê yên bi rêbazên demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka kurd biafirînin.”   Piştî axaftinan girseyê çalakiya rûniştinê pêk anî.