Behsa komkujiya li Licê kirin 2024-05-26 13:42:01       Pelşîn Çetinkaya   AMED- Di 24'ê Gulanê de welatparêz Mehmet Yildirim li Licê hat qetilkirin. Welatiyan behsa dorpêça wê rojê kirin û gotin:"Li gund wesayitên leşkerî tune bûn. Em tam nizanin çawa ketin gund. Piştî Mehmet qetil kirin cenaze girtin û çûn."   Li Taxa Nenyasê ya navçeya Licê ya Amedê di 24'ê Gulanê de saet di 22.00'an de gund ji aliyê leşkeran ve hat dorpêçkirin û welatparêz Mehmet Yildirim ê 45 salî ji aliyê leşkeran ve hat qetilkirin. Li taxa hatibû dorpêçkirin bi gulebarana ji helîkopter û çekan gelek malan zirar dîtin. Dorpêç piştî çar saet û nîv di 02.20 de qediya. Cenaze şandin Lijneya Tipa Edlî (ATK) û do saet di 21.30 de radestî malbatê hat kirin. Mehmet bi dirûşmên "Şehîd namirin" bi awayekî girseyî hat veşartin.    Welatiyan kêliyên bûyerê rave kirin û bertekên xwe nîşan dan.    'Em tam nizanin çawa ketin gund'   Welatiyekê da zanîn saet li dora 22.00'an dema li malê bûne dengê çekan bihîstine û di heman demê de dayika Medeni Yildirim ê di 2014'an de li Licê bi guleyên ji çekan leşkeran hat reşandin jiyana xwe ji dest da, Fahriye Gunduz Yildirim wiha gotin:"Dengê reşandina guleyan hatin, em şaş man. Çimkî kesekî berê pev çinîbin jî tune bûn. Leşker ketibûn hundurê gund lê me nedîtibû. Dengê çekan pir zêde bûn loma ji tirsan em derneketin û me lê nenihêrî. Ji bo em bûyerê fam bikin em li xizmên xwe geriyan û gotin mala Mehmet dorpêç kirine dernekevin derve. Wê demê em pir tirsiyan zarok hebûn. Li gund wesayitên leşkerî tune bûn. Em tam nizanin çawa ketin gund. Piştî Mehmet qetil kirin cenaze girtin û çûn. Nîv saetekê dengê guleyan nesekinî. Piştî nîv saetê dema dengê guleyan sekinî helîkopter hat ser gund. Ji du saetan zêdetir helîkopter li ser malên me geriya. "   'Piştî Mehmet qetil kirin cenazeyê wî birin'   Fahriyeyê da zanîn leşkeran piştî Mehmet qetil kirin cenazeyên wî bi xwe re birin û wiha pê de çû:"Hem Mehmet qetil kirin hem jî berî dozger bê bêyî ji kesî re bêjin bi xwe re birin. Ger cezayekî wî hebe bila bibin girtîgehê. 4 zarok bê bav hiştin. Kê rê nîşanî leşkeran dabin bila rehet nekin. Kê ajantî kiribe bila ew pere li wan jehr be. Bila dev ji herikandina xwîna me berdin."   Nehiştin derkevin derve    Seher Ceylan jî da zanîn wan berê fam nekirine çima dengê guleyan tê û wiha got:"Ji carekê de dengê çekan hat. Em tirsiyan me fam nekir çi ye. Em ji tirsan derneketin derve jî. Zarok û birazî û xwarziyên min li malê bûn. Em heta sibehê ranezan zarok heta sibehê giriyan. Me nedît ka çi bûye. Çimkî nehiştin kesek derkeve derve. Ji bo kesek dernekeve anons kirin. Kesên nas sibehê hatin gund. Ew kesên nas hewl dan bi zarokên min re biaxivin lê zarokan ji tirsa navê xwe jî nikaribûn bibêjin. Em dixwazin ev bûyerana bi dawî bibin."