'Em xwedî li fikir û felsefeya Rêbertî derkevin' 2024-05-26 09:06:08     Mîdye Miqted    HELEB - Jinên li taxa Şêx Meqsûdê ya bajarê Helebê tevli panela "Azadiya Fîzîkî ya Rêber Apo çareseriya pirsgirêka Rojhilata Navîn e" bûn wiha gotin:" Em ê bi tekoşîna xwe, xwedî li fikir û felsefeya Rêbertî derkevin û wî azad bikin."   Li taxa Şêx Meqsûdê ya bajarê Helebê bi dirûşmeya "Azadiya Fîzîkî ya Rêber Apo çareseriya pirsgirêka Rojhilata Navîn e" panelek hat lidarxistin. Di panelê de pêkhateyên aşur, ermen, kurd, ereb nûnerên partiyên siyasî û gelek kes amade bûn. Jinên tevli panelê bûn nêrînên xwe anîn ziman.    'Tevî şert û mercên giran em dixebitin'   Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrîn-Şehbayê, Emel Qehreman wiha got:" Tevî şert û mercên giran û dewamkirina dorpêçkirina hikumeta Şamê ya navbera me û bajarê Helebê lê dîsa jî ji bo ku em xebata xwe li her derê ji bo azadiyê Rêber Apo bidin dewamkirina em dixebitin. Wê dorpêçkirin tu carî li hemberî xebata me nebe asteng."   'Fikir û ramanên Rêbertî li her cihî belav bûne'   Emelê da zanîn fikir û ramanên Abdullah Ocalan li her derê belav bûne û wiha pê de çû:"Ev bû 25 sal in Rêberê me heta niha di navbera çar dîwaran de ye. Her wiha 3 sal in agahî jê nayê girtin. Îro têkoşîn, fikir û felsefeya Rêbertî ne tenê di nava gel û civaka kurd de hatiye belavkirin di heman demê de jî xwe di nava tevahî gel û pêkhateyên li ser xaka Kurdistanê û Rojhilata Navîn de belav bûye.  Îro tevahî cîhan xwedî li fikir û felsefeya Rêbertî derdikevin. Her wiha hebûna gelek kesî ya ji gelek pêkhateyan a li vir vê yekê dide xuyakirin û isbat dike."   'Bi milyonan kes xwedî li vê dozê derdikeve'   Emelê soza dewamkirina xeta fikir û fesefeya Abdullah Ocalan da û wiha got:"Serxwebûna gel û daxwaza wan a ji bo azadî û aştiyê ji çend kesan dest pê kir. Îro jî em dibînin bi saya fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bi milyonan kes xwedî li vê dozê derdikeve. Em jî weke malbatên pakrewanan ji bo azadiya Rêbertî li berxwe didin û em ne poşman in. Heta em dikarin û heta kêliya dawî em ê têkoşîna xwe bilindtir bikin heta ku em azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan misoger bikin."   'Em xwedî li fikir û felsefeya Rêbertî derkevin'   Di heman demê de Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrîn-Şehbayê Ferîde Şêx Yaqob jî wiha pê de çû:" Azadiya Rêbertî wê bibe sedem û kilîta çareserkirina tevahî alozî û pirsgirêkên Rojhilata Navîn. Em jî weke malbatên pakrewanan hêza xwe xurtir bikin da ku bi rastî em xwedî li fikir û felsefeya Rêbertî derkevin."   'Azadiya Rêbertî tê wateya azadiya jinên bindest'   Di dawiya axaftina xwe de Ferîdeyê banga xwe ji bo dewletên navneteweyî kir da ku ji bo doza Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan erka xwe bi cih bînin û wiha got:"Banga me ji bo tevahî dewletên navneteweyî heye ku ji bo doza Rêbertî bi erka xwe rabin. Ji ber ku heya roja me ya îro hemî raporên wan ên derbarê doza Rêbertî de li ser kaxizan maye. Daxwaza me ya yekem û dawî ew e ku em Rêberê xwe azad bibînin ji ber ku azadiya Rêbertî tê wateya azadiya tevahî jinên bindest."