'Em ê têkoşîna Fatma Kirbayir bidomînin' 2024-05-26 09:03:19     Elfazî Toral   STENBOL - Xwişka Cemîl Kirbayir yê di bin çavan de hatibû windakirin, Fatma Kirbayir bêyî aqûbeta birayê xwe hîn bibe di 14’ê Gulanê de jiyana xwe ji dest da. Hevala wê ya têkoşînê Leman Yurtsever da zanîn ku ew ê lêgerîna edeletê  ku Fatmayê hiştiye bidomînin û heta encam bê girtin wê têbikoşin.   Dayika Berfo yek ji sembola têkoşîna Dayikên Şemiyê bû û 33 salan ji bo aqûbeta kurê xwe Cemîl Kirbayir têkoşîn meşand. Cemîl Kirbayir piştî darbeya 1980’ê şûnde binçavan de hat windakirin. Cemîl Kirbayir di 13’yê îlona 1980’ê de li mala xwe ya li gundê Okçu ya navçeya Golan a Erdexanê hat binçavkirin û bi îşkenceyê hat qetilkirin. Lê malbatê xwe negîhand cenazeya wî. Berfo Kirbayir 33 salan ji bo kurê xwe têkoşîn da û di 21’ê Sibata 2013’yan de  di 105 salî de jiyana xwe ji dest da. Piştî wê keça wê Fatma Kirbayir têkoşîn dewr girt û meşand.   Fatma Kirbayir ku bi salan bû têkoşîna ji dayika xwe girtibû dimeşand, her hefte li Qada Galatasarayê daxwaza xwe anî ziman. Fatma Kirbayir jî wek dayika xwe bêyî ku aqûbeta birayê xwe fêr bibe di 14’ê Gulanê de jiyana xwe ji dest da.    Hevala wê ya têkoşînê yek ji Mirovên Şemiyê Leman Yurtsever ji JINNEW'ê re axivî.   29 salan têkoşîn meşand   Lemanê da zanîn ku Fatmayê 29 salan bi Dayikên Şemiyê re têkoşîn meşandiye û wek dayika we heta dawiya jiyana xwe berxwe daye. Lemanê wiha vegot: “29 salan ligel Dayikên Şemiyê cih girt. Her tim hat Galatasarayê. Wek Berfo Kirbayir bi êşên xwe koça dawî kir. Li dijî nexweşiyan têkoşiya. Dema nexweş bû jî berxwe da. Mirinek zû bû. Vê pêvajoyê de dê û bavên jiyana xwe ji dest dan, xwişk û birayên jiyana xwe ji dest dan hebûn. Fatmayê jî wek dayika xwe bêyî edeletê bibîne jiyana xwe ji dest da.”   Fatmayê têkoşîna xwe ji dostên xwe re hişt   Lemanê daxuyakirin ku Fatmayê cara dawî pir xwestiye ku derkeve Qada Galatasarayê û wiha dirêjî dayê: “Hevala me, dosta me bû. Me têkoşîna ku Fatmayê hiştiye dewr girt. Em ê hem têkoşîna Fatmayê hem jî yên dayikên din ku jiyana xwe ji dest dane bi biryarek mezin bidomînin. Ev têkoşîn nifş bi nifş wê bidome. Heta edelet pêk bê em ê têbikoşin. Fatma beriya jiyana xwe ji dest bide got ‘ez baewr dikim ku hûn ê vê têkoşînê bidomînin’. Mafdar bû. Ji ber em jî bi israrin. Em ê têkoşînê bidomînin.”   Soza ji bo dayika Berfo hat dayîn nehat cih   Lemanê di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt bi lêv kir: “Serokomarê demî Tayyîp Erdogan di 2011’ê de bi Dayika Berfo re hevdîtin kir. Dosyayek taybet hat amadekirin. Komîsyonek taybet hat avakirin. Dewletê yekem car sûcê bûyera windayan qebûl kir û soz da. Lê mixabin sozên hatin dayîn nehatin cih. Qada Galatasrayê cihê hevdîtina bi windayan re ye. Ev cih cihê hemû kesiye. Kesên binçavan de hatin windakirin gorek wna tuneye. Wê derê em wek gor dibînin. Ji bo divê Qada Galatasarayê navenda hiş. Em ê heta ku encamek neyê girtin têkoşîna xwe bidomînin. Ev têkoşîn wê ji bo windayan bidome.”