Li dijî doza Kobanê bertek: Em ê serî netewînin 2024-05-18 09:02:17     Oznur Deger   MÊRDÎN - Jinan bertek nîşanê biryara ji doza Kobanê derketiye dan û diyar kirin ku ew vê biryarê nas nkin û serî natewînin.   Danişîna biryarê ya Doza Kobanê ku bi hinceta çalakiyên li dijî êrişên DAIŞ’ê di 6-8’ê cotmeha 2014’an de hatin lidarxistin hatiye vekirin û Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî de i nav de 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedara jê tên darizandin hat dîtin. Di çarçoveya dozê de 42 sal cezayê girtîgehê li Hevserokên berê yê HDPê Selahattin Demirtaş û 30 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Figen Yuksekdag hat birîn. Ji bo 5 siyasetmedarên girtî biryara berdanê û 12 kesan de jî biryara beraetê hat dayîn. Di çarçoveya dozê de biryara berdewamkirina girtina 13 kesan hat dayîn û bi giştî der barê 21 siyasetmedarî de 374 sal û 7 meh ceza hat birîn.   Bertekên li dijî biryara ceza her diçe zêde dibin. Siyasetmedar, rojnameger, hunermend û hemû aliyên muxalîf bi yek dengî dengê xwe bilind kirin. Jinên Mêrdînê jî bertek nîşanê biryarê dan û diyar kirin ku divê her kes li dijî vê biryarê bisekine.   ‘DAIŞ’ê li Kobanê winda kir’   Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan  (DEM Partî) ya Mêrdînê Necla Acibuca diyarkir ku Doza Kobanê doza mirovahî û demokrasiyê ye û wiha pê de çû: “Em vê biryarê qebûl nkain. Ev biryar ji DAIŞ’ê re xizmetê dike. Em li dijî vê biryarê serî natewînin û em ê li kolanan bin. Em vê dijhiqûqiyê qebûl nakin. Kobanê neket û biser ket. DAIŞ’ê li Kobanê winda kir. Lê desthilatdarî ji DAIŞ’ê re xizmetê dike. Hewl dide wan xurt bike.”   Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) a Mêrdînê Ayşe Bozan, daxuyand ku ev doz neçareseriya pirsgirêka Kurd ferz dike û wiha anî ziman: “Di vê doza li dijî demokrasiyê ye jin tên darizandin. Siyaseta Kurd tê darizandin. Em biryara dadgehê şermezar dikin. Zextên li ser Kurdan bidawî nabin. Lê desthilatdariya ji vê encamê nagire û wê ji vir şûnde jî negire. Jin li dijî zîhniyeta DAIŞ’ê têdikoşin. Divê em hemû li hevalên xwe xwedî derkevin. Divê her kes li dijî zîhniyeta DAIŞ’ê têbikoşe.”   ‘Em serî natewînin’   Endama DEM partiyê Hasîbe Mengîkaon jî wiha nêrînên xwe bi lêv kir: “Dîrokê de Kurd hatim hatine înkarkirin. Pergala AKP’ê pergala darbeyê ya Kenan Evren e. Pergala çete ya Tansu Çîller e. Bi vê dozê re carek din derketiye holê ku gelê Kurd bi komkujiyan re hatiye rû hev. Em şahidên berxwedana Kobanê ne. Erdogan got wê Kobanê bikeve lê neket. Gelê Kurd berxweda. Xwestin tola vê bi girtina Kurdan bigirin. Lê biser neketin. Çi dikin bila bikin wê biser nekevin. Wê pergala wan têk biçe. Em ê her tim berxwe bidin.”