‘Tu hukmê biryara doza Kobanê tune ye’ 2024-05-17 10:09:51     Nazlican Nûjîn Yildiz   İZMİR - Jinên Siyasetmedar ku bertek nîşanî biryara Doza Kobanê dan, diyar kirin ku parastina Kobanê Meşrû ye, tu hukmê biryarê tune ye û gotin ku ew ê têkoşîna ked û azadiyê bidomînin.   Danişîna biryarê ya Doza Kobanê ku bi hinceta çalakiyên li dijî êrişên DAIŞ’ê di 6-8’ê cotmeha 2014’an de hatin lidarxistin hatiye vekirin û Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî de i nav de 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedara jê tên darizandin hat dîtin. Di çarçoveya dozê de 42 sal cezayê girtîgehê li Hevserokên berê yê HDPê Selahattin Demirtaş û 30 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Figen Yuksekdag hat birîn. Ji bo 5 siyasetmedarên girtî biryara berdanê û 12 kesan de jî biryara beraetê hat dayîn. Di çarçoveya dozê de biryara berdewamkirina girtina 13 kesan û bi sedan sal ceza li siyasetmedaran hate birîn.   Bertekên li hemberî biryarên dozê ji gelek aliyan ve dewam dikin, jinên siyaset medar yên li Îzmîrê jî têkildarî dozê axivîn û bertekên xwe anîn ziman.   'Em ê hêza xwe zêde bikin'   Ji Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) a Îzmîrê Aysel Onen  diyar kir ku di destpêkê de hêviya wan hebû û diyar kir ku ev hêvî jî ji serkeftinên li Kurdistanê pêk hatiye. Ji aliyê din ve Ayselê diyar kir ku ew li bendê bûn ku piştî serkeftineke mezin êrîşên hikûmetê pêk bên û got, “Hemû navên pêşeng ên partiya me di hundir de ne û dizanin ku derketina wan wê me xurt bike. Hewl didin me bê bask bihêlin. "Lê em ê hêza xwe zêde bikin, tu çareyek me ya din tune,"   Biryara hatiye dayîn siyasî ye   Aysel, anî ziman ku bi biryarên hatine girtin re hewl tê dayîn zîhniyeta DAIŞ'ê were zindîkirin û bi bîr xist ku desthilatdariya AKP-MHP'ê di hilbijartinan de bi partiyên weke HUDA-PAR'ê re hatin cem hev û got, "Me dît ku çawa hewl dan zîhniyeta xwe biparêzin. Yan jî me dît ku çawa bi komên din ên ku tehemûla îmaja jinê jî nakin re kir yek, zîhniyet bi heman rengî berdewam dike û tu carî neguheriye. Bê guman ev biryarek siyasî ye û hewl didin me bitirsînin. "Çi ji destê me bê em ê bikin, tu çareya me ya din tune,"     'Berxwedana Kobanê berxwedana gel û jinan bû'   Sîbel Yaşar a ji Kaldiraçê jî anî ziman ku pergala kapîtalîst ji bo bijî dest bi şeran kir û got: “Di van şeran de Kobanê bû qada ku hemû gelan li ber xwe dan û hemû jinan têkoşîna xwe ya azadiyê meşandin. Em weke şoreşgerên Anatolyayê di dema Kobanê de li vir li ber barîkatan bûn û me bi hev re azadiya gelan parast. DAIŞ'a ku weke laboratûwar bû, jin û zarok bi awayekî hovane qetil kirin. Berxwedana li dijî vê hat dayîn ya  gel û jinan bû.”   'Parastina Kobanê rewa ye'   Sîbelê destnîşan kir ku berxwedana Kobanê rewa ye û got ku parastina Kobanê jî li ser bingeheke rewa ye. Sîbel got, “Tu kes nikare pêşiya têkoşîna hevpar a gelan bigire. Îro bi van girtinan û encamdana dozê gihiştiye astekê, lê ev ne biryareke ku em nas dikin. Hûn nikarin bi mîlyonan kesn bigirin, hûn nikarin hemî karkerên cîhanê bigirin. Hûn nikarin jinan asteng bikin. Her zulm bi xwe re têkoşîna azadiyê tîne. Kobanê jî wiha ye. Em li cem hevalên xwe yên HDP'ê ne. “Me bi hev re dest bi vê têkoşînê kir, heta hemû xak bên rizgarkirin em ê têkoşîna xwe bidomînin."   'Em qebûl nakin'   Rêvebera Bajarê Îzmîrê ya DEM Partiyê Hatîce Erdogan jî diyar kir ku ev biryar neheqî û dijqanûnî ye û got,  “Bêguman sûcdarkirina siyaseta Kurd û siyasetmedarên HDP’ê bi tevahî ne biryareke rast e. Bi taybetî li dijî siyasetmedarên jin gelek sûcdarkirin û ceza hatin birîn.Helbet em van cezayan qebûl nakin."   Biryarê baweriya bi aştiyê qels kir   Hatîce diyar kir ku bi biryarê baweriya gelê Kurd û aliyên çep û sosyalîst ên bi aştiyê kêm bûye û got, ev biryar tu hukmê wê tune ye. Hatîceyê got, “Em qebûl nakin. Em ê têkoşîna xwe ya ked û azadiyê bi hemû gelan re bidomînin. Tevahiya raya giştî dît ku HDP li hemberî hovîtiya DAIŞ’ê helwesteke rast nîşan da. Em ê bi hemû hevalên xwe yên hatine valakirin re bimeşin da ku vê hilweşînin."